HILBIJARTIN – Li Kerkûkê rêjeya beşdarbûnê kêm bû

13-05-2018
Kerkûk
Kerkûk
Nîşan Kerkûk Hilbijartin Iraq
A+ A-

Kerkûk (Rûdaw) – Li bajarê Kerkûkê rêjeya beşdarbûna hilbijartinên Iraqê ji ya dihate çaverêkirin kêmtir bû. Di kêliyên dawî yên dengdanê de Qubad Talebanî bang li gel kir da ku ji bo selmandina Kurdistanîbûna Kerkûkê herin ser sandoqan.

 

Li Kerkûkê yekemîn car bû ku hilbijartinên Parlamentoya Iraqa Federel di bin hukmê leşkerî de birêve çû. Hinek hemwelatiyên çûne navendênb dengdanê bi dest vala vegeriyan.

 

Li gorî zanyariyên Rûdawê li navçeyên Daquq, Hewîce û Dubizê rê nedan hinek hemwelatiyên Kurd herin ser sandoqan û deng bikar bînin.

 

Hemwelatiyê bi navê Osman Paşa ji Rûdawê re ragihand, ku ji ber karta wî ya dengdanê nehatiye xwendin wî nekariye dengê xwe bide.

 

Paşa got: “Em hêvîdar in ku komîsyonek were avakirin û pêdaçûna vê yekê bike da ku mafê me neşewite.”

 

Hinek aliyên kurdî xelk handidan da ku herin ser sandoqan û ji aliyeke din jî guman dikirin, ku sextekarî hatibe kirin.  

 

Berpirsê Malbenda YNKê yê Kerkûkê Aso Mamend ji Rûdawê re got, ku wan li Hewîce û kampên koçberan hinek binpêkirin û sextekarî tomar kirine.

 

Di kêliyên dawîn ên hilbijartinan de Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û endamê Polîtbûroya YNKê Qubad Talebanî ragihand, ku eger dengderên Kurd ên li Kerkûkê bi vê sistbûn û bêxemiyê beşdarî hilbijartinan bibin dê zêdetir bikevin ber metirsiyan.

 

Qubad Talebanî li ser navnîşana xwe ya tora civakî ya facebookê derbarê rêjeya kêm a beşdariya kurdên Kerkûkê di hilbijartinan de hişyarî da.

 

Qubad Talebanî daxwaz ji dengdêrên Kurd ên li Kerkûkê kir, ku di saetên dawîn ên hilbijartinan de herin ser sindoqan û dengê xwe bidin.

 

Li Kerkûkê weke hilbijartinên berê nebe jî di vê hilbijartinê jî de Kurd bi coş çûne ser sindoqan.

 

Li vî parêzgehî 334 navendên dengdanê hebûn, ku ji 2 hezar û 155 jûrên dengdanê pêk dihat. Herwiha 11 hezar karmendên komîsyonê jî serpereştiya proseyê dikirin.

 

Li Kerkûkê bi giştî mafê dengdanê yê 956 hezar û 302 kesan hebû. Lê ji %10ê dengderên Kerkûkî di koçberiyê de dengên xwe bikar anîn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst