Di 2 rojan de 600 koçberên Efrînê gihiştin Kurzêlê
Hewlêr (Rûdaw) - Çavkaniyeke taybet ji Efrînê ji Rûdawê re ragihand, ku di 48 demjimêrên bihorî de, bêhtirî 600 kesan ji koçberên Efrînê gihiştin Kurzêlê, ku xelkên Cindirês, Hîkcê, Enqelê û Şiyê ne.
Heman çavkaniyê herwiha da xuyakirin, ku nêzîkî 50 heta 60 otomobîlên koçberan jî bi rêya rêbenda Soxunakê ber bi Kîmarê ve çûn.
Bi gotina vê çavkaniyê, hêzên hikûmeta Sûriyê ji bo ku rê bi derbasbûna wan otomobîlên koçberên Efrînê bidin pere ji wan wergirtine û ji her otomobîlekê 300 heta 600 dolar dane standine.
Vê çavkaniyê got, ku ew otomobîlên koçberên Efrînê li ber rêbenda Kîmarê, li cem çekdarên Artêşa Azad, rawestiyane. Li wê derê jî, ji bo her otomobîlekê 1000 dolar ji xelkê Efrînê tê xwestin, ji bo ku derbasî nav herêma xwe bibin.
Heman çavkaniyê eşkere kir, ku hin kes hene bi qaçaxî, her otomobîlekê bi 600 dolaran di rêbenda hikûmetê re û bi 1000 dolarî, di rêbenda Artêşa Azad re derbas dikin, lê bi mercê ku otomobîl vala bin.