Binpêkirinên li Efrînê têne belgekirin

Hewlêr (Rûdaw) - Kampanyek ji bo belgekirina tawan û binpêkirinên artêşa Tirkiyê û hêzên çekdar li Efrînê hate destpêkirin.

 

Encûmenên Kantona Şehba û Efrînê yên ser bi Rêveberiya Xweser ve ragihand ku wan dest bi kampanyeke belgekirinê kir.

 

Armanc ji vê kampanyê ew e ku tawan û binpêkirinên li Efrînê têne kirin, bêne belgekirin û bêne şandin bo rêxistinên mafnas û navdewletî ji bo rêgirîkirinê li pêş van kiryar û tawanan.

 

Berpirsên vê kampanyayê dibêjin di encama êrîşên Tirkiyê û hêzên çekdar de, wêranî û ziyanên mezin gihiştine mal û milkên welatiyên Efrînê. Herwiha gelek binpêkirin di derheqê welatiyên sivîl de hatine û têne kirin.

 

Di vê kampanyayê de, daxwaz ji rêxistinên navdewletî û Civaka Navdewletî tê kirin ku li beramber wan tawan û binpêkirinan bêdeng nemînin.


Kampanya navborî ji roja Înê  ve destpê kiriye û dê heta demek nediyar berdewam bike.