YNKê çend kursî bi dest xistin?

Hewlêr (Rûdaw) – Çavkaniyekî payebilind ê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) ji Rûdawê re hejmara kursiyên wê partiyê yên li çend parêzgehên Herêma Kurdistanê û Iraqê ku di hilbijartinên parlamentoya Iraqê de bi dest xistine, aşkere kir.

 

Li gorî vî çavkaniyê paybelinid, “lîsta YNKê li 5 parêzgehên Herêma Kurdistanê û Iraqê 15 kursî bi dest xistine.”

 

Heman çavkaniyê diyar kir, ku “YNKê li parêzgeha Silêmaniyê 5 kursî, li Hewlêrê 3 kursî û li Kerkûkê 5 kursî bi dest xistine.”

 

Herwiha bi gotina vî çavkaniyê YNK, lîsta vê partiyê li parêzgeha Mûsilê 1 kursî û li parêzgeha Diyale jî 1 kursî bi dest xistiye.

 

Kursiyên YNKê li parêzgehan:

 

Silêmanî: 5 kursî

Hewlêr: 3 kursî

Kerkûk: 5 kursî

Mûsil: 1 kursî

Diyale: 1 kursî


Komîsyona Serbixwe ya Hilbijartinan a Iraqê doh şev di daxuyaniyeke rojnamevanî de ragihand, ku dê di 48 demjimêrên bihê de encamên fermî yên hilbijartinan rabigihîne.