PJAK û KODAR hilbijartinên Îranê boykot dikin

13-05-2017
RÛDAW
Nîşan PJAK KODAR Îran
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – PJAK û KODARê bi daxyaniyeke hebeş banga boykotkirina hilbijartinên serokomariya Îranê kirin û di heman demê de daxwaz ji gelê Rojhilatê Kurdistanê kirin da ku beşdarî hilbjartinên encûmenên bajar û gundan bibin.

 

Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) û Komelgeha Demokratîk û Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KODAR), ku 2 rêxistinên nêzîkî PKKê ne, di daxuyaniya xwe de gotin, pêwîste ew derfet weke diyarkirina mafê çarenivîsê di qada rêveberiya xwecihî de bê dîtin.

 

KODAR û PJAKê raghandin, di dîbeyt û serdanên berbijêrên serokomariyê ya ji bo parêzgehan de, derket holê ku ti aliyekê ji destihlata Îranê ji bo çareseriya pirsgirêkan xwedan bernameyeke guncaw nîne.

 

Di daxuyaniyê de tê gotin; “Tometbarkirina hev a namzetên serokomariya Îranê, hewildanên ji bo veşartina pirsgirêkan in.”

 

KODAR û PJAK dibêjin, beşdarbûna hilbijartinên encûmenên bajar û gundan, nayê wateya rewakirina desthilata Komara Îslamî.

 

Wezareta Navxwe ya Îranê komisyoneke taybet pêk tîne

 

Ji aliyê din ve, Wezareta Navxwe ya Îranê komîsyoneke taybet ji bo parastina asayişa hilbjartinên serokomarî û encûmenên bajar û gundan ava dike.

 

Cîgrê Wezîrê Navixwe yê Îranê bo karên ewlekariyê, Hisên Zulfeqarî ragihand: “Komîsyona asayîşa hibjartinan, hemû dam û dezgehên serbazî, emnî, polîs, dadwerî û Saziya Radyo Televîzyonan li xwe digre. Asayişa hilbjartinan dê 260 hezar polîs û serbazên Supaya Pasdaran wê were parastin.

 

Li gorî gotina berpirsên Komîsyona Hilbjartinên Îranê, nêzîkî 63 hezar û 500 bingehên dengdanê dê ji her du hilbjartinên Îranê re bên danîn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst