KOLN - Kurd bi alên Kurdistanê li dijî Sykes-Picot serî hildidin

14-05-2016
RÛDAW
Kordînatorê Festîvala Kolnê Akif Hesen derbarê çalakiya li dijî Sykes-Picot de diaxive
Kordînatorê Festîvala Kolnê Akif Hesen derbarê çalakiya li dijî Sykes-Picot de diaxive
Nîşan Koln Sykse-Picot Kurd Kurdistan Xwepêşandan
A+ A-

Koln (Rûdaw) - Kordînatorê Giştî yê Festîvala Kolnê ya bo şermezarkirina peymana Sykes-Picotê Akif Hesen ragihand, ku hemû amadekarî bo festîval û xwepêşandanê hatine kirin. Akif Hesen herwiha got, wek sembola yekgirtina Kurdan, dê tenê Ala Kurdistanê bê hildan.

 

Roja şemî 14ê Gulanê li bajarê Kolnê yê Almanya xwepêşandaneke mezin a Kurdan bo şermezarkirina rêkevtina Sykes-Picot birêve diçe.

 

Kordînatorê Giştî yê Festîval û Xwepêşandana Kolnê Akif Hesen di daxuyaniyeke taybet de ji Rûdawê re ragihad: “Hemû amadekarî hatine kirin. Du sehne (dik) bo rêvebirina bernameyê hatine berhevkirin. Tîmên hunerî û hunermend amade ne. Otobos jî jibo ku xelkê bînin cihê festîvalê amade ne.”

 

Akif Hesen got, ku lidarketina wê çalakiyê di gelek medyayên Ewropayê û Almanya de dengvedanek mezin hebûye.

 

Hesen da zanîn, ku 4 meh in ew amadkariyan bo lidarixstina çalakiya Kolnê dikin.

 

Derbarê pêşbîniya wan bo beşdarbûna xelkê di çalakiyê de jî Akif Hesen ragihand: “Em pêşbînî dikin ku dê gelek kes beşdarî festîvalê û xwepêşandana şermezarkirina peymana Sykes-Picotê bibin.”

 

Li ser pirsyara ku gelo Çalakiya Kolnê ji aliyê kîjan alî ve hatiye organîzekirin û kesên ku wê çalakiyê birêve dibin, kî/kê ne, Kordînatorê Giştî yê Festîvala Kolnê got:

 

“Siyaset li Rojhilata Navîn xeniqiye, ji ber ku rêxistinên civaka sivîl nikarin nefesê bistînin û dengê xwe bidin xuyakirin. Bo cara yekemîn e li Rojhilata Navîn, civaka sivîl çalakiyekê lidardixe û partiyên siyasî jî piştgîriyê didin û tevlî wê dibin. Me wek civaka sivîl dest bi çalakiyê kir û tevgera siyasî ya Kurd jî kete pê û piştgîrî dan çalakiyê.

 

Em tevgereke bê alî ne û ne girêdayî ti alî û patiyekê ne û pîlan û bernameyên ti partiyan pêk nahînin. Ji ber wê jî ye, ku bi hezaran mirov dixwazin xwe bigihînin Kolnê.”

 

Akif Hesen li ser hildana al û sembol û dirûşmeyên di xwepêşandana Kolnê de jî da xuyakirin: “Em dixwazin tenê sembolek di festîvalê de hebe û tenê dê Ala Kurdistanê were hildan. Me daxwaz kiriye, ku tenê Ala Kurdistanê bê bilindkirin, her çend me rêz bo hemû partiyan û alên wan jî heye.”

 

Hesen amaje bi wê yekê jî kir, ku wan bi lidarmxistina wê çalakiyê peyam hene û ew dixwazin rabigihînin, ku di 5 salên dawî de rewşek nû li Rojhilata Navîn derketiye pêş û Sykes-Picot bi pratîkî bi dawî hatiye û ji ber wê jî em daxwaza dikin, ku vê carê Kurd bi xwe çarenivîsa xwe diyar bikin.

 

Akif Hesen herwiha da zanîn, ku jibilî hunermendên şanoyê, 30 hunermendên din ên Kurdistanî di çalakiyê de beşdar dibin.

 

Tîmeke taybet a Tora Medyayî ya Rûdawê jî dê bi awayekê zindî festîvalê rûmal bike û zindî li ser ekrana xwe biweşîne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst