Sykes-Picot a 100 salî li dijî Kurdan

Hewlêr (Rûdaw) – François George Picot û Mark Sykes ew du kes in ku piştî Şerê Yekemê Cîhanê nexşeya Rojhilata Navîn guhertin û ew deverên ku çend sed salan di bin desthilata Împeratoriya Osmanî de bûn, kirin çend dewlet û sînorê Kurdistanê yê di bin kontrola Osmnaiyan de jî dabeşî ser 3 dewletan kirin.

 

Piştî Şerê Yekemê Cîhanê her du dewletên zilhêz ên cîhanê, Birîtanya û Fransa devera Rojhilata Navîn di navbera xwe de dabeş kirin. Dabeşkirina deverê û encamdana wê proseyê bêguman bi agahdariya Împeratoriya Rûsya ya Qeyserî bû.

 

Rojhilata Navîn li gor peymeneke navbera her du dewletan de hat dabeşkirin, ku bi peymana Sykes-Picot tê naskirin. Navê wê peymanê jî ji navê her du dîplomatan, François George Picot ê Fransî û Mark Sykes ê Birîtanî tê.

 

Ew her du dîplomat plandanerên rêkevtina navbera Fransa û Birîtaniya bo dabeşkirina deverên bûn.

 

François George Picot kî bû?

 

François George Picot di sala 870an de li bajarê Parîsê yê paytextê Fransa ji dayik bû û kurê dîrokzanê Fransî George Picot bû.

 

Di sala 1893an de parêzber bûye di Dadgeha Parîsê de.

 

Di sala 1895an de bûye dîplomatekî Fransa

Sekreterê Balyozê Fransa yê li Denmarkê bûye

 

Di sala 2913an de li bajarê Beyrûtê yê Lubnanê Konsulê Giştî yê Fransa bûye.

 

Picot di sala 1915an de li ser daxwaza hikûmeta wê demê ya Fransa vegeriya Fransa. Li Fransa wek şêwirmendê yasayî ji hikûmeta Fransa û partî û hin aliyan re kar dikir, ku dixwastin Sûriye û Lubnan bikevin bin kontrola Fransa.

 

Di navbera salên 1917-1919 Komîserê Bilind ê li Felestîn û Sûriyê bûye.

 

Herwiha di sala 1920an de Komîserê Bilind ê li Bulgariya bûye.

 

Piştre wek Balyozê Fransa li welatê Arjentînê kar kiriye.

 

Mark Sykes kî bû

 

Mark Sykes di 16ê Adar a sala 1879an de li Seldemr li welatê Birîtanya û di nav malbateke bihêz û zengîn de ji dayik bûye.

 

Xwandina xwe di Zanîngeha Chambridgê bi dawî kir.

 

Di sala 1897an de pêwendî bi Artêşa Birîtanya ve kir û tevlî refên artêşê bû.

 

Heta sala 1904an 4 pirtûk di warê serbazî de belav kirin.

 

Ji ber ku Mark Sykes ji malbateke zengîn û bihêz bû, berdewam beşdarî geşt û serdanên bavê xwe bo deverên di bin desthilata Împeratoriya Osmanî de dikir.

 

Sykes nûnerê Birîtanya bû di danûstandinên taybet bi dabeşkirina deverê ku di navbera Birîtanya û Fransa de bû.

 

Herwiha Sykes şêwirmendê siyasî û serbazî bû, Pispor û şarezayê devera Rojhilata Navîn û bi taybet şarezayê Sûriyê bû.

 

Geştyarê deverên cuda cuda yên cîhanê bû.

 

Mark Sykes di 20ê Hezîran a sala 1951an de dema ku 80 salî bû, li Parîsê koça dawî kir.

 

Danûstandinên peymana Sykes-Picotê di navbera salên 1915 heya 1916an de berdewam bûn û di 16ê Gulan a sala 1916ê de bi fermî ew peyman di navbera Fransa û Birîtanya de hat îmzakirin.

 

Rêkevtina her du dewletan bi awayekê veşartî bû, heya ku di sala 1917an de li Rûsya şoreş derket û ew peymana nihênî ji aliyê hikûmeta wê demê ya Rûsya bi serokatiya Lenîn ve hat aşkerekirin.

 

Piştî 100 sal ji îmzakirina rêkevtina Sykes-Picotê, lawaziya rêkevtinê xuya dibe, lê belê heta niha jî kar pê tê kirin.