Tirkiyê Qendîl û Sîdekan bombebaran kir

13-05-2016
RÛDAW
Nîşan PKK Tirkiye Balafir Qendîl Sîdekan Başûrê Kurdistanê Bombebaran
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Balafirên şer ên Tirkiyê êvariya îro înê bi hinceta hebûna baregehên PKKê, Qendîl û Sîdekan bombebaran kirin.

 

Êvariya îro înê 13ê Gulanê balafirên şer ên Tirkiyê sînorê esmanî yê Başûrê Kurdistanê kirin û baregehên gerîlaayên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) li bintarê Çiyayê Qendîlê û devera Sîdekanê bombebaran kirin.

 

Peyamnêrê Rûdawê li devera Balekayetî Bextiyar Qadir ragihand: Balafirên şer ên Tirkiyê bi dijwarî baregehên PKKê li gundê Înzê yên ser bi bajarokê Sengeser û gundê Bokrîsan ê girêdayî bajarokê Wertê li bintara Çiyayê Qebdîlê dane ber bombeyan.

 

Peyamnêrê me ragihand, herwiha balafirên şer ên Tirkiyê binkeyên PKKê yên li gundên Bêrkum û Geroya Singan li sînorê Sîdekanê bombebaran kirin.

 

Derbarê zirarên di encama bombebaranan de ti zanyarî nehatine bidestxistin.

 

Bombebarana balafirên Tirkiyê li sînorê Başûrê Kurdistanê di demekê de ye, ku îro înê gerîllayên PKKê li bajarokê Çelê yê girêdayî parêzgeha Colemêrgê êrişî leşkerên Tirkiyê kirin û şerekî giran di navbera her du aliyan de derket.

 

Di encama vî şerî de 6 leşkerên Tirkiyê hatin kuştin û 8 leşkerên din jî birîndar bûn. Herwiha helîkoptereke Artêşa Tirkiyê ket xwarê û di encama ketina wê helîkopterê de 2 pîlotên tirk jî hatin kuştin.



 

 

 

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst