Li Farqînê alîgirên BDP dîwarên qereqolê hilweşandin

13-05-2014
A+ A-

 

Hewlêr (Rûdaw)- Li navçeya Farqîna ser bi bajarê Amedê, piştî çalakiya sê rojan endam û cemawerên Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP), dîwarên qereqola ku li ber bendava Farqînê dihat çêkirin, hilweşandin.

Li gor malperên ser bi BDPê diyar kirin ku, çalakvanên BDPê, piştî dîwara qereqolê hilweşandin, alên PKKê û wêneya rêberê PKKê Abdula Ocalan li ser ew dîwarê hatî hilweşandin, daleqandin.

Hat ragihandin ku, di nav wan çalavanan de, seroka rêxistina BDPê ya Amedê Zubeyde Zunrut  û serokê şaredariya Farqînê Yuksek Bodakçî jî amede bûn.

Zubeyde Zumrut ji raya giştî re ragihand ku, bi navê parastina çêkirina bendevan, dewleta Tirkiyê, li herderê kurdistanê, hêzên leşkeran tuje dikin, pêwîste piştî ku pêvajoya aşitî dest pê kir, hikûmeta Tirkiyê qereqolan kêm bike, û sîstema cerdevaniyê hilweşîne, lê berovajî her diçe zêde dike.

Wek tê zanîn artêşa Tirkiyê li navçeya Farqînê û dinav sê gundan,Boyunlu,Bayrambaş û Ormandişê de berî şeş mehan de , bi hînceta parastina bendavê dest bi avakirina qereqolekê dikir, û piştî sê roj ji çalkiyan dîwarê qereqolê hat roxandin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst