Hewlêr (Rûdaw) – Wêneyekî Rêberê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) Abdullah Ocalan cara ewil hat belavkirin.
Di danasîna beşa 3yemîn a dokûmantera “Vejîna Kurd” de ya li ser dîroka PKKyê, wêneyekî Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan hate weşandin ku beriya niha nehatibû belavkirin.
Ev wêneyê ku hatiye belavkirin, dema Abdullah Ocalan li Tapû Kadastro ya li Amedê dixebitî hatiye girtin.
Dokûmantera “Vejîna Kurd” ku ji aliyê Komuna Dokûmanteran a Şehîd Gulistan TARA ve hate amadekirin beşa xwe ya sêyemîn bi navê “LÊGERÎN” da nasandin.
Di beşa 3yemîn de belge û agahiyên balkêş hene.
Di vê beşê de salên dibistanê yen Ocalan, lêgerînên wî, serhildana wî ya destpêkê ya li hemberî malbatê, rêwîtiya ber bi bajêr ve, li Enqerê dema li Lîseya Tapû Kadastro, naskirina sosyalîzmê û piştre jî jiyana karmendiyê ya li Amedê tê nîşandan.
Di vê beşê de li gel hin dîmenên ku yekemcar têne weşandin, her wiha mamosteyê dibistana seretayî ya Rêberê PKKyê, hevalên wî yên li dibistan û mizgeftê, hevalên wî yê kar ên dema karmendiyê, hin kesên ku li Enqereyê di dema Lîseyê de bi hev re dixwend û li şevîman a dibistanê diman, têne weşandin.
Beşa 3yemîn a dokûmantera Vejîna Kurd êvara çarşemê dê li ser televîzyonên nêzîkî PKKyê bê weşandin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse