Mezlûm Ebdî li ser kongreya neteweyî axivî

13-04-2025
RÛDAW
Nîşan Mezlûm Ebdî HSD Kongreya Neteweyî Rojavayê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ragihand ku ew daxwaza birêvebiriyeke xwecihî dikin û vê mijarê bi Şamê re nîqaş dikin.

Ebdî her wiha anî ziman, “Ji bo ku helwesteke siyasî ya hevbeş a partiyên Kurdî dê kongreyek were lidarxistin.”

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî li ser pêşhatên dawî yên li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê ji rojnameya Monîtorê re axivî.

Mezlûm Ebdî ji Monîtorê re behsa kongreyeke neteweyî kir û ragihand:

“Ji bo ku helwesteke siyasî ya hevbeş di navbera hemû partiyên Kurdî de were avakirin û şandeyeke hevbeş were pêkanîn ku nûnertiya wan di dan û standinên bi Şamê re de bike dê kongreyek were lidarxistin.”

Mezlûm Ebdî her wiha da zanîn, rêkeftina li ser taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê yên li Helebê “pir girîng e lê heta em bi Şamê re bigihêjin rêkeftineke dawî rêkeftin demkî ye.”

Mezlûm Ebdî li ser rêkeftina Bendava Tişrînê jî got:

“Beşek ji wê rêkeftinê têkildarî bendavê ye, beşek jî leşkerî ye.

Li gorî rêkeftina bi Şamê re, birêvebiriya bendavê û karmendan wê dê her wekî xwe bimînin.”

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî anî ziman:

“Tirkiye di daxuyaniyên xwe yên fermî de li ser herêmên di bin desthilata HSDyê de, zimanekî navendîtir bi kar tîne û HSD hest pê kiriye ku qebûlkirinek heye derbarê beşdariya HSD û dezgehên Rêveberiya Xweser a di dewleta Sûriyeyê de.”

Mezlûm Ebdî her wiha got:

“Em dixwazin nasnameya HSDyê di nava refên artêşa Sûriyeyê de were parastin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst