Hewlêr (Rûdaw) - Bakurê welêt di betlenaya Cejna Remezanê de hemû deriyên xwe ji geştyaran re vekirin.
Li Amedê cihên dîrokî û çandî yên bajêr bi geştyarên navxwe û biyanî tijî bûne.
Geştyarê bi navê Murat Polat got:
“Me serdana Mizgefta Mezin û Xanê kir. Gelekî xweş bû. Di warê çandî de bajarekî gelekî xweşik e û mezin e.”
Hatina geştyaran bazara esnaf û dikandarên bajêr geş û dilê wan jî xweş kiriye.
Geştyar Mustafa Avcilar jî anî ziman:
“Gelekî qerebalix e. Mirov pêl bi pêl berê xwe didin vê derê.
Tu nikarî niha li Amedê otelên vala peyda bikî.”
Cîgera biraştî ku sembola Amedê ye wekî xwarina bijarde ya sereke û bê rikaber a geştyaran e.
“Ji sedî 99ê geştyaran cîgerê dixwin”
Hostayê cîgerê Amedê Erkan Kaplan da zanîn:
“Niha ji sedî 99ê geştyarên ku tên cîgerê dixwin. Hemû jî niha ji bo tamkirina cîgerê li Amedê ne.”
Li Bajarê Pêxemberan Rihayê jî cejn bûye rotayeke din a geştyariyê û geştyar ref bi ref berê xwe didin wir.
Bi taybetî li Gola Dîrokî ya Masiyan çend roj in qerebalixiyeke zêde heye.
Geştyar Eyûb Gunduz got:
“Em ji Stenbolê hatine. Em geştekê ji bo Riha Amed û Mêrdînê dikin.
Rawestegeha duyem a geşta me Riha ye. Wekî ku tê dîtin gelekî qerebalix e.”
Betlaneya 9 rojî ya cejnê 5ê vê mehê dest pê kir û 14ê mehê bi dawî dibe.
15ê mehê mesaiya fermî dest pê dike û tê pêşbînîkirin ku ev liv û tevgera geştyariyê li gorî niha hinekî din kêm bibe.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse