Li Çewlîgê qeza: 7 kes birîndar bûn

13-04-2024
RÛDAW
Nîşan Çewlîg Qeza
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Çewlîgê, minibûs û otomobîlek li hev qelibîn û di encamê de 7 kes birîndar bûn.

Li ser rêya Çewlîg û navçeya wê Dara Hênê, îro minîbûsek û otomobîlek li hev qelibîn.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê û polîs çûn cihê bûyerê.

Di encama wê qezayê de 7 kes birîndar bûn.

Tîmên tenduristiyê piştî midexaleya destpêkê, birîndar veguhastin Nexweşxaneya Dewletê ya Çewlîgê.

Li gorî amarên Wezareta Karên Navxwe ya Tirkiyeyê di heft rojên betlaneya Cejna Remezanê de li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di encama qezayên trafîkê de 55 kesan can xwe ji dest daye.

Herwiha 7 hezar û 331 kes jî birîndar bûn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst