Amed di cejnê de bi hatina geştyaran re şên bû

13-04-2024
Abdulselam Akinci
Wêne: Rûdaw
Wêne: Rûdaw
Nîşan Amed Cejna Remezanê Geştyar
A+ A-

Amed (Rûdaw) - Di cejnê de bi sed hezaran geştyarên biyanî û xwecîhî berê xwe da Amedê.

Otel, motel, mêvanxane û zêdetirî 120 xewgehên bajêr heta roja yekşemê jî full in û cih nîne.

Li gorî geştyarvanên Amedê heta niha zêdetirî 500 hezar geştyarî di betlaneya cejnê de hatine serdana Amedê.

Geştyarên tên bi taybetî li cihên dîrokî digerin, xwarinên taybet ên bajêr dixwin, demeke xweş derbas dikin.

Di rojên ewil ên cejnê de sûk û kolan, xwaringeh, taştexane, otel, seyrangeh û çayxaneyên li perava Çemê Dîcleyê yên bajêr bi hatina bi deh hezaran geştyarên xwecîhî û biyanî şên bûn.

Bi qerebalixiya zêde ya geştyaran re esnaf, dikandar û otelvanên Amedê jî di şûna cejnekê de du cejn kirin.

Otelvan Serdar Ay got, “8 hezar odeyên otelên me hene hemû jî full in. 500 hezar kes hatine Amedê.

Hem ji hêla gastronomiyê ve hem jî bi dîroka xwe bajarekî gelekî qedîm e. Loma gelê Kurdistanê eleqe nîşan dide.”

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê betlaneya cejnê ya îsal bi taybet ji bo bi milyonan karmendan 2 rojan berî cejnê dest pê kir û wekî 9 roj hat diyarkirin.

Vê dema fireh kir ku ji 81 bajarên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê welatî berê xwe bidin Amedê û di destpêka biharê de geşteke xweş bikin.

“Ji qasî ku min hêvî dikir xweştir e Amed”

Geştyarekî diyar kir, “Ji qasî min ku hêvî dikir xweştir e Amed. Cara yekem e ez têm vê derê.”

Geştyarekî din jî wiha axivî, “Em li kelehê geriyan, li dêran geriyan, Minareya Çarling, Mizgefta Hz. Silêman geriyan.

Ji xwe Mizgefta Mezin yek ji cihên herî xweş ê bajêr e.”

Geştyarekî ji Wanê jî hestên xwe yên derbarê Amedê de wiha anî ziman, “Ez xelkê Wanê me û li Wanê dimînim.

Ez hatime Amedê ku di cejnê de bigerim li vir.

Em gelekî kêfxweş bûn. Miletê vê derê gelekî dilovan e, gelekî xwînşîrîn e.”

“Amed ew cih e ku mirov dikare lê bijî”

Geştyarekî jî got, “Heke şertên meriv rê bidin Amed ew cih e ku meriv dikare lê bijî.

Min gelekî eciband, bajarekî mezin e, her derfet hene.

Bajarekî civakî ye, xelk heta derengiya şevê li derve ye. Ev der pir xweşiya min çû.”

Hatina geştyaran a Amedê dê heta roja yekşemê wate roja dawiyê ya betlaneyê jî berdewam bike.

Geştyarên ku tên serdana bajêr li gel xwarina tamên xwemalî, diçin serdana navendên dîrokî û şûnên geştyariyê yên olî.

Piştre geştyar berê xwe didin bajarên wekî Mêrdîn û Rihayê û geşta xwe didomînin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst