Holendayê konsulxaneya xwe ya Hewlêrê girt

Hewlêr (Rûdaw) - Holendayê konsulxaneya xwe ya Hewlêrê bi awayekî demkî girt.

Aloziyên di navbera Îran û Îsraîlê de her ku diçe gurtir dibin.

Wezareta Karên Derve ya Holendayê li ser girtina konsulxaneya xwe daxuyaniyek belav kir.

Wezareta Karên Derve ya Holandayê ragihand ku ji ber zêdebûna aloziyên di navbera Îran û Îsraîlê de wan konsulxaneya xwe ya Hewlêrê girtiye.

Li aliyê din Holendayê balyozxaneya xwe ya Tehranê jî girt.

Derbarê mijarê de Konsulê Giştî yê Holendayê yê Hewlêrê Jaco Beerends ji Rûdawê re axivî.

Beerends got, “Hin nûnertiyên me yên dîplomatîk ên li Rojhilata Navîn vê yekşemê wekî tedbîr hatin girtin.”

Wezareta Karên Derve ya Holendayê hişyarî da ku metirsiya êrişên li dijî Îsraîl û Îraqê ji ber tolhildana êrişa esmanê ya li ser nûnertiya Îranê ya Îsraîlê ya li Sûriyeyê zêde bûye.

Dê roja Yekşemê biryar bê dayîn ka dê xizmetên konsulxaneyê kengê dest pê bikin.

Çi bûbû?

Li Konsulxaneya Îranê ya Şamê di êrişekê de 7 efser û şêwirmendên leşkerî yên Supaya Pasdaran a Îranê hatibûn kuştin.

Heta niha Îsraîlê berpirsyariya êrişê li xwe negirtiye lê berpirsên Îranê dibêjin, ew êriş ji aliyê Îsraîlê ve hatiye kirin û gefa tolhildanê dixwin.

Li aliyê din Îsraîl dibêje, ew dê bersiva her êrişeke Îranê bidin.