Li Mêrdînê motosîkletekê qeza kir: 5 kes birîndar bûn

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Qoserê ya Mêrdînê, motosîkletekê li kesekî xist û di encamê de 5 birîndar bûn.

Li nav Sîteya Galerîvanan a Qoserê, motosîkleta ku G.H (29) diajot li F.Byê (30) hewl dida ku derbasî aliyê din ê rê bibe, xist.

Kesê ku motosîklet diajot, H.H. (12), R.A. (11) û Y.B. (11) yên li ser motosîkletê û kesê peya F.B birîndar bûn.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê û polîs çûn cihê bûyerê.

Tîmên tenduristiyê birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Qoserê.