Li Amed, Riha û Wanê qeza: 1 mirî, 29 birîndar

13-04-2024
RÛDAW
Nîşan Amed Riha Wan Qeza
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgehên Amed, Riha û Wanê di 3 bûyerên trafîkê de kesekî canê xwe ji dest da û 29 kes jî birîndar bûn.

Di betlaneya Cejna Remezanê de li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bûyerên trafîkê zêde bûn.

Li Amedê kamyonetek û otomobîlek li hev qelibîn: 11 kes birîndar bûn

Demjimêrên şeva roja Înê li ser rêya sereke ya Amedê û navçeya wê Bismilê otomobîlek û kamyonetek li hev qelibîn.

Di bûyerê de 11 kesên di her du wesayîtan de birîndar bûn.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê û birîndar rakirin nexweşxaneyên Amedê.

Li Wanê 2 kamyonet li hev qelibîn: 13 birîndar

Li aliyê din li navçeya Bêgirê ya Wanê li ser rêya sereke ya Bêgir û Ebexê jî du kamyonet li hev qelibîn.

Di wê bûyerê de jî bi heman awayî her du şofêr ligel 11 kesên di her du wesayîtan de birîndar bûn.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê û birîndar veguhastin nexweşxaneyên navçeyên Ebex û Bêgirê.

Li Rihayê otomobîlê li 4 kesan da: 1 mirî û 3 birîndar

Li parêzgeha Rihayê jî otomobîla ku welatiyê bi navê A.Ç diaojot li ser rêya sereke ya Riha-Amedê li 4 welatiyên bi navên Yildiz (52), Ahmet (10), Îsa (8) û Serdar Canpolat (4) da.

Di bûyerê de her 4 welatiyên navborî bi giranî birîndar bûn.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê û birîndar rakirin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Rihayê.

Îsa Canpolat tevî hewldanên bijîşkî canê xwe ji dest da.

Şofêrê otomobîlê piştî bûyerê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hat desteserkirin.

Bîlançoya Betlaneya Cejna Remezanê

Wezîrê Tenduristiyê yê Tirkiyeyê Fahrettîn Koca ragihand ku di betlenaya cejnê de tîmên wan ên hawarçûnê derbarê 10 hezar û 456 bûyerên trafîkê de hatine agahdarkirin.

Koca da zanîn ku di wan bûyeran de 13 hezar û 192 kes birîndar bûne.

Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya jî roja Înê ragihandibû ku di 6 rojên betlaneya cejnê de 3 hezar û 706  bûyerên trafîkê çêbûne.

Yerlîkaya diyar kir ku di encamê de 48 kesan canê xwe ji dest daye û 6 hezar û 184 kes jî birîndar bûne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst