Serokê Giştî yê HUDA PARê bi Serok Barzanî re axivî

13-04-2023
RÛDAW
Nîşan HUDA PAR Zekeriya Yapicioglu Serok Barzanî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Giştî yê Partiya Doza Azad (HUDA PAR) Zekeriya Yapicioglu bi Serok Mesûd Barzanî re peywendiyeke telefonî pêk anî.

Li ser hesabê Twitterê yê HUDA PARê ya bi Kurdî hatiye ragihandin ku serokê giştî yê HUDA PARê Zekeriya Yapicioglu bi Serok Mesûd Barzanî re peywendiyeke telefonî pêk aniye.

Derbarê vê peywendiyê de li ser twittera HUDA PARê wiha hatiye ragihandin: “Serokê ME Yê Giştî Birêz Zekeriya Yapıcıoğlu bi Serokê Partiya Demokrata Kurdistanê cenabê Mesûd Berzanî re bi têlefonê xeber da.”

 

Partiya Doza Azad (HUDA PAR) di hilbijartinên vê carê yên Tirkiyê de beşek ji Tifaqa Cumhur e ku bi awayekî sereke ji AK Partî û MHPê pêk tê.

Biryar e hilbijartinên serokkomarî û parlamentoya Tirkiyê di 14ê Gulana îsal de bên lidarxistin û li gor Lineya Bilind a Hilbijartinê ya Tirkiyê, 26 partî û hevpeymanî beşdarî di hilbijartinê de dikin.

Di çarçoveya Tifaqa Cumhur de, 4 kes ji HUDA PARê li ser lîsteya AK Partiyê wek berbijarê parlamenteriyê hatine diyarkirin.

Li gor lîsteya AK Partiyê ya bo hilbiajrtinên 14ê Gulanê, Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekeriya Yapicioglu ji lîsteya AK Partiyê ya Herêma 3yemîn a Stenbolê di rêza 4emîn de wek berbijar hatiye nîşandan.

Sekreterê Giştî yê HUDA PARê Şehzade Demîr di lîsteyên AK Partiyê de di rêza 6emîn de ye.

Herwiha Berdevkê HUDA PARê Serkan Ramanlî di lîsteya AK Partiyê ya Êlihê de di rêza 2yemîn de ye. Serokê Şaxa HUDA PARê ya Amedê Faruk Dînç jî di lîsteya AK Partiyê de li Mêrsîn di rêza 4emîn de cih girtiye.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst