Demirbaş serdana Papa kir û pirtûka Kurdî ya Mem û Zîn diyarî wî kir

13-04-2023
RÛDAW
Nîşan Abdullah Demirbaş Vatîkan Papa Francis Mem û Zîn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Şaredarê berê yê navçeya Sûrê ya Amedê Abdullah Demirbaş, li Vatîkanê serdana rêberê olî yê Kirîstiyanên Katolîk û Serokê Vatîkanê Papa Francis kir. Demirbaş di serdanê de pirtûka Mem û Zîn a Ehmedê Xanî diyarî Papa kir.

Siyasetvanê Kurd Abdullah Demirbaş ê ku du heyaman Şaredariya Sûrê kir û piştre ji ber dozên siyasî neçar ma ji Bakurê Kurdistanê biçe Ewropayê, li Vatîkanê serdana Papa Francis kir û pê re hevdîtinek kir.

Demirbaş di hevdîtinê de behsa gelê Kurd û zext û zordariya li ser wan kir û ji Papa daxwaz kir, ku ji bo çareseriyeke aştiyane ya bo Pirsa Kurd duayê bike.

Di hevdîtinê de Abdullah Demirbaş pirtûka Mem û Zîn a Ehmedê Xanî ku ji aliyê nivîskar Mehmet Emin Bozarslan ve hatibû latînîzekirin û xalîçeyek ku li Rojhilatê Kurdistanê wêneyê jina Kurd li ser hatibû hûnandin diyarî Papa kir.

Siyasetvanê Kurd Demirbaş herwiha nameyek pêşkêşî Papa kir, ku tê de behsa zilma li çar parçeyên Kurdistanê a li ser Kurdan û xebatên xwe yên berê yên derbarê pêkvajiyanê de dike.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst