Erdogan têkildarî azadkirina Ocalan û Demîrtaş daxuyanî da

Hewlêr (Rûdaw) - Li ser pirsa “Ji bo Ocalan azadî dibe ku mumkin be?”, Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan got: “Eger hûn vê wekî AK Partî ji me dipirsin, tiştekî wiha nabe. Lê heger hûn ji mixalefeta sereke bipirsin, mixalefeta sereke ji xwe eşkere kir, dibe ku bibe.” Erdogan herwiha got ku opozisyonê eşkere kiriye ku dê hevserokê berê yê HDPê Selahattin Demîrtaş azad bikin.

Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan, di weşana havpar a zindî ya du televîzyonên Tirkî (CNN Turk û Kanal D) de bersiva pirsên rojnamevanan ên derbarê rojevê da.

Recep Tayyip Erdogan derbarê erdhejên 6ê Sibatê yên Mereşê de ku bandorek zêde li 11 parêzgehan kiribû diyar kir ku ji bo wan ew roj mîladek bû. Erdogan amaje bi wê yekê daku niha li Stenbolê 220 hezar avahî ji ber erdhejê di metirsiyê de ne û divê li gor vê yekê guherîna bajêr bê çêkirin û divê xelk ji propagandeya opozîsyonê ya “guherîna bi rantê” bawer neke.

Erdogan dibêje: “Welatiyên qebûl bikin avahiyên wan bên guhertin dê ligel Kenal Stenbolê bên cîbicîkirin. Dema ez serokê şaredariya Stenbolê bûm min behsa vîzeyê bo Stenbolê kiribû lê fêm nekirin û rêz negirtin. Divê hemû kes nikaribûna bihatana Stenbolê. Lê ji ber hejmara zêde avahiyên qaçax zêde bûn û ne li gor pîvanên erdhejê hatine çêkirin. Mînak navçeya Avcilarê bingeha wê ne li gor erdhejê ye. Herêmên nêzîkî deryayê her di metirsiyê de ne. Lêkolîna jêr erdê divê bê kirin û hejmara nîştecihbûnê bê kêmkirin.”

“Di Hevpeymaniya Millet de bazariya wezaretan hat kirin”

Erdogan li ser pirsa derbarê hilbijartinên 14ê Gulanê de jî got: “Me li gor lêkolînên komîsyonên xwe biryara namzedên parlamenteriyê da. Di Hevpeymaniya Millet de bazariya wezaretan hat kirin. Ev yek bixwe têkçûna exlaqê siyasî ye. Me wek Hevpeymaniya Cumhur ev yek nekir. Piştî hilbijartinê dikarin li ser vê mijarê gotûbêj bikin. Hevpeymaniya Millet li ser Cîgirê Serokkomariyê jî bazarî kirin. Eger bisernekevin nikarin bibin parlamenter jî.”

“HDP şirîkê heftemîn yê maseyê ye”

Erdogan Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) weke şaxê PKKê yê li parlametoya Tirkiyê pênase kir û got: “Em ji berê va dibêjin ku HDP şaxa rêxistina terorê ya li parlamentoyê ye û HDP, PKK ye. Niha partiya piştgiriyê dide rêxistina terorê namzedê serokomar dernexist û îlan kir ku ew şirîkê heftemîn yê maseyê ye. Ji ber vê êdî rêxistina terorê jî şirîkê wê maseyê ye. Rêxistineke di maseyê da xwedî gotinê be, helbet wê der barê dahatûya wê de jî daxuyaniyan bide. Dema rêxistinên terorê van daxuyaniyan didin, gelo CHP çi dike? Dema ji Qendîlê ji bo rêxistinên terorê piştgirî tê, ji bo şaxa rêxistina terorê ya li parlamentoyê piştgirî tê we qet dît ku ji rêvebirên CHPê yek jî derket PKK, YPG û HDPyê rexne bike? Na. Ji CHPyê dengek derket? Na. Ji kesên dora maseyê dengek derket? Na.”

“Çi soz dane HDP û PKKê diyar dibin”

Erdogan rexneyên xwe yên dijî maseya 6 alî wiha domand, "Yek bi yek derdikeve holê ku çi soz dane HDPyê ango PKKê. Çima çûn li parlamentoyê hevdîtin kirin, lê neçûn navenda partiyê. Lewra gava biçin partiyê divê daxuyaniyekê bidin. Wekî ev daxuyanî nedan, li parlamentoyê li pişt deriyên girtî çi ji hev re gotin? Sirri Sakikê HDPyî bangewaziyek li Brêz Kiliçdaroglu kir. Got 'Sozên li pişt deriyên girtî hatin dayin divê ji bo rayagiştî bên deklarekirin'. Hêj ji vê bangewaziyê re bersivek nehat."

Serokomarê Tirkiyê têkildarî mijara efûya giştî jî got: “Di nav dewleta hiqûqî de ji bo bidestxistina dengan em nikarin sozê wiha bidin. Ev yek ne li gor exlaqê dewleta hiqûqî ye.”

Li ser pirsa "Ji bo Ocalan azadî dibe ku mumkin be?" jî  Erdogan wiha axivî, "Eger hûn vê wekî AK Partî ji me dipirsin, tiştekî wiha nabe. Lê eger hûn ji mixalefeta sereke bipirsin, mixalefeta sereke ji xwe eşkere kir, dibe ku bibe. Derheqê heqê Selo (mebesta wî hevserokê berê yê HDPê Selahattin Demîrtaş e) de eşkere kirin. Di kitêba me da tiştekî wiha tuneye. Ango tê ev qas însanî bikujî, tê bibî sedemê xwîna evqas însanî paşê jî tu dê rabî ji vê re bibêjî azadî, ma tiştekî wiha dibe”

“Di gera yekem de hilbijartin bi dawî dibe”

Li ser pirsa “li gor we dê hilbijartin di gera yekemîn de bi dawî bibe an dê gera duyemîn jî çêbibe” Erdogan got: “Ez bi xelkê me bawerim ku kar zehmet nakin û dê di gera yekemîn de vî karî bi dawî bikin.”