Bajar bi bajar rêjeya baranbarînê li Herêma Kurdistanê
Hewlêr (Rûdaw) – Ji duh ve pêleke baranbarînê li Herêma Kurdistanê dest pê kiriye û ji ber barîna baranê li gelek bajar û bajarokan lehî rabû. Rêveberiya Keşnasiya Herêma Kurdistanê jî ragihandiye, herî zêde li devera Barzan û qezaya Akrê baran bariye.
Rêveberiya Keşnasiya Herêma Kurdistanê şeva Çarşemê 12ê Nîsana 2023an di daxuyaniyekê de ragihand ku dê li gelek deverên Herêma Kurdistanê barîna baranê berdewam be û derbarê xetereya lehiyê de hişyarî da.
Di daxuyaniyê de hatiye gotin: Li navçeyên rojhilatê Herêma Kurdistanê li Pişder, bakurê Kerkûkê, rojhilatê Silêmaniyê, piraniya parêzgehên Helebce û Germiyanê bi taybet derengiya şevê dê baraneke zêde berdewam bike.
Rêveberiya Keşnasiyê herwiha amarek derbarê rêjeya barîna baranê li navçeyên cuda yên Herêma Kurdistanê belav kiriye.
Li gor wan amaran, ji demjimêr 09:00 sibeha Çarşemê ve heta 21:00 şeva heman rojê, herî zêde li devera Barzan baran bariye ku 128 mîlîmetre bûye, di rêza duyem jî li navçeya Akrê bûye ku 101 mîlîmetre baran lê bariye.
Amara baranbarînê li bajar û bajarokên Herêma Kurdistanê li gor Rêveberiya Keşnasiya Herêma Kurdistanê bi vî awayî ye:
Parêzgeha Hewlêrê
Hewlêr: 22.4 mîlîmetre
Pîrmam: 24.2 mîlîmetre
Şemamik: 13 mîlîmetre
Xebat: 57.6 mîlîmetre
Hacî Omeran: 57 mîlîmetre
Soran: 14 mîlîmetre
Barzan: 128.8 mîlîmetre
Parêzgeha Duhokê
Duhok: 29.1 mîlîmetre
Zaxo: 13.1 mîlîmetre
Akrê: 101.6 mîlîmetre
Bamernê: 59.8 mîlîmetre
Kanî Masê: 44.4 mîlîmetre
Amêdî: 85.6 mîlîmetre
Mangêşk: 28 mîlîmetre
Parêzgeha Silêmaniyê
Silêmanî: 27.5 mîlîmetre
Çemçemal: 61 mîlîmetre
Derbendîxan: 17.4 mîlîmetre
Dûkan: 14.8 mîlîmetre
Helşo: 19.8 mîlîmetre
Baziyan: 35.2 mîlîmetre
Parêzgeha Kerkûkê û navçeyên din:
Kerkûk: 9.2 mîlîmetre
Xormatû: 93.2 mîlîmetre
Kelar: 7.8 mîlîmetre
Xaneqîn: 6 mîlîmetre
Meydan: 13.8 mîlîmetre
Parêzgeha Helebce
Helebce: 16.2 mîlîmetre