Li Şirnex û Colemêrgê dibistan hatin girtin

13-04-2023
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgehên Şirnex û Colemêrgê, îro 13ê Nîsanê ji ber baran û berfê dibistan bo rojekê hatin girtin.

Li piraniya parêzgehên Bakurê Kurdistanê, du sê roj in berf û baraneke zêde dibare. Li gelek herêman lehî rabûye û di trafîkê de pirsgirêk çêbûne.

Parêzgariya Şirnexê ragihand, ji ber ku tê çaverêkirin baraneke gur bibare li navenda bajêr û gund û bajarokên ser bi bajêr ve roja 13ê Nîsana 2023ê perwerde bo rojekê hatiye rawestandin.”

Herwiha li navçeyê Silopî û Elkê yên Şirnexê jî, ji ber baran û berfê roja 13ê Nîsana 2023ê dibistan bo rojekê hatin girtin.

Parêzgariya Colemêrgê jî ragihand, ji ber barana zêde roja 13ê Nîsana 2023ê dibistan, navendên kursên taybet, Navendên Perwerdeya Gel, Navendên Rehberî û Lêkolînê û navendên rehabîlîtasyonan bo rojekê hatine girtin.

Saziya Keşnasiya Tirkiyê ragihand, îro 13ê Nîsana 2023ê li seranserê parêzgehên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê baran dibare û li hinek deveran jî hêza baranbarînê dijwar dibe.

Li gor pêşbîniyên keşnasiya Tirkiyê bi taybet li parêzgehên Bedlîs, Şirnex, Colemêrg, Sêrt, Êlih, Wan û Amedê yên Bakurê Kurdistanê dê baranek dijwar bibare.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst