Li Dêre Zorê şer di navbera HSD û Hikûmeta Sûriyê de derket
Hewlêr (Rûdaw) - Li Dêre Zorê şer di navbera Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) û Hêzên Hikûmeta Sûriyê de derket, serbazekî Sûrî hat kuştin, şervanekî HSDê jî canê xwe ji dest da.
Derengê şeva borî di navbera Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) û artêşa Sûriyê li gundê Hetle li Rojhilatê Dêre Zorê şer derket.
Navenda Ragihandina HSDê li ser şerê di navbera wan û artêşa Sûriyê dibêje, ew şerekî ferdî bûye di navbera endamekî wan û serbazekî Sûrî de bûye û wan dest bi lêkolînê kirine.
Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) her wiha destnîşan kir ku niha rewş vegeriyaye weke berê.
Li gorî zanyariyan serbazê Hikûmeta Sûriyê ji Firqeya 5an a artêşa Sûriyê ye ku Rûsya piştevaniya wê dike.