Galip Ensarîoglu: Ji bo pêvajoyeke nû divê rêxistin dev ji şerê çekdarî berde

Hewlêr (Rûdaw) - Mehmet Galîp Ensarîoglu yê ku ji AK Partiyê berbijêrê parlamenteriyê yê rêza yekem ê Amedê ye ji Rûdawê re got, “Ji bo pêvajoyeke nû çê bibe divê rêxistin bêje ku dev ji têkoşîna çekdarî berdaye.”

Galîp Ensarîoglu anî ziman ku em di serdemeke ku cîhan ji nû ve tê dîzaynkirin de ne û got, “Tirkiyeyek heye ku lîstika emperyalîstan xirab dike, hewl dide hemû lîstikên li Rojhilata Navîn têk bibe, dibêje “ez jî li vir im” û dibêje “ez neheqiyê qebûl nakim” heye.

Galîp Ensarîoglu diyar kir ku her çend aliyên opozîsyonê xwedî nêrînên cuda bin jî, "tenê ji bo rûxandina Tayyîp Erdogan îtîfaq kirine" û got, Amerîka û Ewropa eşkere dixwaze Erdogan ji desthilatê dakeve û piştgiriyê didin opozîsyonê.

Ensarîoglu li ser pirsa Nûçegîhanê Rûdawê Abdulselam Akinci ya ku li Amedê çend berbijêrên wan bêne hilbijartin got, “Em ê rêjeya dengan bi rêjeyeke ku tu kes hêvî nake zêde bikin.”

“Erdogan li ser navê dewletê lêborîn xwest”

Galîp Ensarîoglû îdia kir ku bangên berbijêrê Serokomariyê yê Tifaqa Milet Kemal Kiliçdaroglu yên ji bo "helaliyê" ji bo hilbijartinê ne û anî ziman, “Serokkomarê me hem di pirsa Ermenî û hem jî di pirsa Kurdan de li ser navê dewletê lêborîn xwest. Li ser navê dewletê lêborîn ji Elewiyan xwest.”

Em dibêjin ku divê pêvajoya çareseriyê hebe, xwîn neyê rijandin"

Ensarioulu diyar kir ku wî di “pêvajoya çareseriyê” de cih girtiye û got, “Divê pêvajoya çareseriyê hebe, ji bilî rêbaza çekdarî bi rêbazên din di jiyana civakî û siyasî de xebat bê kirin û li vir xwîn neyê rijandin.”

Ensarîoglu her wiha anî ziman, “Em dizanin pêvajoya çareseriyê çawa bi dawî bû, em dizanin çima bi dawî bû, em dizanin ku kîjan welatan di vê mijarê de destkarî kirin. Piştî vê demê hûn nikarin pêvajoya çareseriyê ji cihê ku we lê hiştiye bidomînin lê eger kesek bixwaze li vir siyasetê bike, wê demê divê bêje ku li Tirkiyê hebûna xwe ya çekdarî bi dawî kiriye. Em ê dawî li hebûna çekdarî li Tirkiyê bînin û piştî bidawîbûna wê em ê dengê siyasetê bilind bikin û wê demê mirov dikare tiştekî nû ava bike lê dema ku çek hebin rêxistina çekdar dest ji tundûtûjiiya xwe ya çekdarî bernedaye pêvajoyeke nû nabe.”

“Ji bo pêvajoyek nû divê rêxistin bêje ku dev ji şerê çekdarî berdaye”

Ensarîoglu got, “Bila her kes vê bizane. Ji bo pêvajoyek nû divê rêxistin bêje ku dev ji şerê çekdarî berdaye, divê bêje ku li Tirkiyê hebûna xwe ya çekdarî bi dawî kiriye û ji siyaseta sivîl re derfet bê dayîn. Di siyaseta sivîl de em dê her tiştî ava bikin.”

“HDP partiyeke siyasî ye”

Ensarîoglu li ser HDPê jî anî ziman, “HDP partiyeke siyasî ye lê em dizanin kî bi kê re ye, ev rastiyek e, em van tiştan baş dizanin. Ez nabêjim 'HDP rêxistina terorê ye, HDPê bigirin'. Heger HDP dixwaze li deştê bi rehetî siyasetê bike, divê bêje, dev ji çek û tundûtûjiyê berde. 'Ev karê me ye, em ê bi siyasetê çareser bikin.”