Erdheja Mereşê rojeva sereke ya hikûmet û opozisyona Tirkiyê ye

Hewlêr (Rûdaw) - Aliyên siyasî yên Tirkiyê, hebûn û nebûna xizmet û alîkariyan ji bo deverên erdhejê di kampanya hilbijartinan de li hemberî hev bikar tînin.

Serokomarê Tirkiyê Erdogan, yekser bersiva Kiliçdaroglu da û got, ewê di nava salekê de piraniya rizgarbûyên erdhejê di malên wan ên nû de bi cî bikin.

Şandeke Hevpeymaniya Millete li parêzgeha Semsûr a Bakurê Kurdistanê. Şanda bi serokatiya Serokê CHP û berbijêrê Serokkomariya Tirkiyê Kemal Kiliçdaroglu êvara roja çarşemê serdana mexdûrên erdhejê kir.

Serokê CHPê Kemal Kiliçdaroglu anî ziman, “Emê malê we çêkin, dûkanên we çêkin, emê axûrên xirapbûne çêkin û em pênc kuruşan jî ji we nastînin. Heta em yek kuruşî jî we wernagrin.”

Di heman êvarê de Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan, li Enqerê bersiva Kiliçdaroglu da. Erdogan got ewê di nava salekê de piraniya mexdûrên erdhejê vegerînin nav malên wan yên nû.

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan got, “Ewên ku li şûna alîkariyê bidin navçeyên erdhejê, ji şeva yekem ve li ser medya civakî bêbextiyan têxin sitûyê saziyên dewletê de, ez wan hewaleyî wijdana mehşerê dikim. Di demekê de hîn termê li erdê, hinek kesan dest bi şerê kursî kir, ne dîrok van ji bîr dike û ne jî xelk ji bîr dike.”

Tenê mehek maye bo hilbijartinên Serokkomariyê û parlementoya Tirkiyê. Ev di demekê de ye ku hîn bandora erdheja şeşê Sibatê li holêye.

Zêdetirî 50 hezar kesî di wê erdhejê de canê xwe ji dest da û beşek zêde yê mexdûrên erdhejê li jêr konan û di kampan de dijîn.