Li Semsûrê bi hêza 4.3 pile erdhejek çêbû
Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Sincikê ya ser bi parêzgeha Semsûrê ya Bakurê Kurdistanê bi hêza 4.3 pile erdhejek çêbû û kûrahiya wê 7 kîlometre bin erdê bûye.
Serokatiya Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez (AFAD) roja Pêncşemê 13ê Nîsana 2023an li ser hesabê xwe yê Twîtterê ragihand ku li navçeya Sincikê ser bi parêzgeha Semsûrê demjimêr 16:26 deqqe bi hêza 4.3 pile erdhejek çêbûye û kûrahiya wê jî 7 kîlometre bin erdê bûye.
Herwiha Resetxaneya Kandilli jî ragihandiye 13ê Nîsanê demjimêr 16:26 deqqe li navçeya Sincikê ya Semsûrê bi hêza 4.3 pile erdhejek çêbûye.