Duhok: Ji ber lehiyê zêdetirî 300 xanî û 7 seyrangehan zirar dîtine

Hewlêr (Rûdaw) - Duh pêleke baran û reşebayê Herêma Kurdistanê da ber xwe ku zêdetirî 300 xanî û 7 seyrangehên parêzgeha Duhokê zirar dîtin.

Rêveberê Ofîsa Rûdawê ya Duhokê Nasir Elî ragihand, lehiyê herî zêde ziyan li navçeyên Amêdî û Akrê kiriye ku zêdetirî 300 xanî û 7 seyrangehan zirar dîtine.

Li gorî amarên gihîştine Rûdawê, ziyanên lehiyê li parêzgeha Duhokê wiha ne:

Li gorî ragihandina Qaymeqamê Akrê Şeban Berwarî heta niha nêzî 100 xanî, dukan, mizgeft û cihên geştiyariyê zirar dîtine.

Du seyrangehên Geliyê Zenta û Sîpe ku nêzîkî 200 sîvan lê hebûne bi temamî xisar dîtine.

Welatiyê ji navçeya Akrê Mistefa Mûsa ku nexweşiya dil pê re hebûye, dema ku hewl dide ajelên xwe ji lehiyê rizgar bike, celteya dil lê dide û ji ber lehiyê nikarin bigihînine nexweşxaneyê lewma canê xwe ji dest dide.

Li Çemê Qesrok a Akrê ji ber lehiyê pirek têk çûye û rêya 6 gundan hatiye girtin.

Rêya sereke ya projeya Geliyê Zenta ya hikûmetê ku nîvê wê par hatibû temamkirin, têk çûye.

Rêyên hejmarek gundên navçeya Akrê hatine girtin û xebatên tîmên berevaniya sivîl jî ji bo vekirina rêyan berdewam in.

Li Berdereşê ji ber lehiyê nêzî 100 xaniyan zirar dîtine.

Li navçeya Şêxanê av ketiye nav nêzîkî 30 xaniyan û Qaymeqamiya Şêxanê jî alîkariya mexdûran kir.

Li navçeya Amediyê av çûye nav 28 malan û li nahyeya Bamernê ya navçeyê 4 otomobîl ber avê ketin û 3 kargehên tehînê jî zirar dîtine.

Nasir Elî ragihand, ji bilî navçeya Şêxanê, li cihên din ên ku ji ber lehiyê xelkê wê zirar dîtine, ti kes nehatiye qerebûkirin.

Li navçeya Amediyê bi dehan projeyên din ên hikûmetê zirar dîtine.

Li Berdereşê 20 stûnên elektrîkê ketine xwarê.

Li Zaxoyê hejmareke rêyan zirar dîtine û heta niha jî tîmên berevaniya sivîl li ser paqijkirina rêyan dixebitin.

Li nahyeya Dînartê malek bi temamî hilweşiyaye û malbat ji bo cihekî din hatiye birin.

Nasir Elî her wiha da zanîn ku ziyana li Duhokê bi milyonan dolar tê texmînkirin.

Nasir Elî got, bendavên parêzgeha Duhokê ji ber barana zêde tijî bûne lê li gorî berpirsan, metirsiya teqîna yek ji wan bendavan jî nîne.

Li gor daxuyaniya Wezareta Veguhestinê ya Herêma Kurdistanê, îro Pêncşemê 13ê Nîsana 2023an tê pêşbînîkirin ku baran û teyrokeke gur bibare.

Li gor pêşbîniya Rêveberiya Keşnasiyê ya Kurdistanê ku şeva borî hat belavkirin, rêjeya barîna baranê li parêzgeha Duhokê ji demjimêr 09:00ê heta demjimêr 21:00 an roja 12ê Nîsana 2023an bi vî awayî ye:

- Duhok: 29,1 mm

- Zaxo: 13,1 mm

- Akrê: 101,6 mm

- Bamernê: 59,8 mm

- Kanî Masê: 44,4 mm

- Amêdî: 85,6 mm

- Mangîş: 28 mm