Li Amedê hilweşandina 90 avahiyên wêran dest pê kir

Hewlêr (Rûdaw) - Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, li navçeya Rezan ku wek herêma bi rîsk hatibû îlankirin, dest bi hilweşandina 90 avahiyên wêran hatibû terikandin kir.

Tîmên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, li avahiya ku li cadeya 281emîn a Taxa Kaynartepeyê ye dest bi hilweşandinê kirin.

Li gor agahiya ku di malpera fermî ya Şaredariya Rezanê de hat dayîn, ji ber ku avahiyên ku hatine terikandin li kuçeyên teng in, dê destpê bi balyozan li ser kar bikin û piştre jî dê  bi makîneyên înşaatê berdewam bikin.

Bermahiyên avahiyan bên hilweşandin, dê ji bo jinavbirinê bibin Qada Depoya Herfiyatê ya Şaredariya Bajarê Mezin.

Şaredariya Bajarê Mezin armanc dike ku di nava 190 rojan de xebatên hilweşandinê biqedîne.

Hat ragihandin dê li Muradiyeyê 23, li Fatîhê 17, li Alipınar 2, li Şêx Şamil 3, li 5ê Nîsanê 4, li Yunus Emre 8, li Korhatê 8, li Kaynartepeyê 25 avahiyên wêran bên hilweşandin.

Serokatiya Daîreya Avakirin û Bajarvaniyê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ji bo hilweşandina van avahiyan kêmgirî ango îhale qedandiye.