Birrîna daran li Efrînê

13-04-2023
RÛDAW
Pêşkêşkarê Rûdawê Dilbixwîn Dara di dema pêşkêşkirina vîdyografîkê de.
Pêşkêşkarê Rûdawê Dilbixwîn Dara di dema pêşkêşkirina vîdyografîkê de.
Nîşan Efrîn Rojava Birrîna Daran
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Rêxistina Lêlûn û Rêxistina Sûriyên ji bo Rastî û Dadmendiyê dibêjin, li Herêma Efrînê 114 daristan rastî birrîna daran hatine û 57 daristanan ziyanên mezin dîtine.

Li gor rapora her du rêxistinan, 42 daristan darên wan bi zorê hatine birrîn û 15 daristan bi şêweyekî beşî ziyan gihiştiye wan

Rêxistina Lêlûn û Rêxistina Sûriyên ji bo Rastî û Dadmendiyê herwiha diyar kirine ku li Efrînê 19 corên darên daristanan (Bi navên Kurdî) hatine belgekirin ku rastî birrînê hatine.

Wan rêxistinan ragihandine ku 43% ji darên daristanên Efrînê piştî dagîrkirinê hatine birrîn.

Di raporê de bi nav û wêneyan behsa 6 daristanan hatiye kirin ku herî zêde diyan dîtine.

Gelek zanyariyên hûr di raporê de hene ku ji 36 şahidan hatine wergirtin.

Herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê ji Adara sala 2018an ve di kontrola Tirkiyê û komên çekdar ên girêdayî wê de ye.

Ji wê demê ve bi dehan rapor derbarê birrîna darên zeytûnên wê herêmê de hatine belavkirin, ku ji aliyê komên çekdar ve hatine qutkirin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst