‘Simbila Mezopotamyayê’ dê were parastin

13-04-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Şaredariya Xelfetiyê dê "Simbilê Mezopotamyayê" ku tenê li kêleka Çemê Feratê hêşîn dibe, dê hilde bin parastinê.

Komîteya Kordinasyonê ya Navneteweyî ya Cittaslow di sala 2013an de navçeya Xelfetî ya ser bi Rihaya Bakurê Kurdistanê ve  xist nava tora "bajarên aram". Xelfetî bi malên xwe yên kevir ên dîrokî û xweşikahiya xwe ya siruştî wekî "bihuşta veşartî" ya herêmê tê binavkirin.

Her demsal bi hezaran kes serdana Xelfetiyê dikin. Li navçeyê gula reş û kesk ku bi awayekî siruştî hêşîn dibin di heman demê de “Simbila Mezopotamyayê” jî hêşîn dibe.

Cara ewil di sala 1888an de Paul Sintenis ê dermansaz û berhevkarê nebatan simbil li Xelfetiyê berhev kir, di sala 1977an de lêkolînerekî biyanî yê bi navê "Speta" ev nebat bi qada zanistê da naskirin. Di sala 2004ê de jî Serokê Beşa Biyolojiyê ya Zanîngeha Herranê Prof. Dr. Hasan Akan li herêmekê 116 sal şûnde cardin tesbît kir.

Ew simbil bûye mijara helbestên edebiyata klasîk jî û biharê li kêm deran hêşîn dibe. Şaredariya Xelfetiyê dê hilde bin parastinê û bide nasandin.

Şaredarê Xelfetiyê Şeref Albayrak diyar kir, Xelfetî bi nebatên endemîk ên wekî gula reş û gula kesk ve balê dikişîne.

Albayrak destnîşan kir ku “Simbila Mezopotamyayê” li dinyayê tenê li Xelfetiyê hêşîn dibe û wiha got: “Ji bo ku em balê bikişînin ser Simbila Mezopotamyayê, me meha çûyî Festîvala Bêhnê li dar xist. Ji bo ku simbil were parastin me xebat da destpêkirin. Me serlêdan kir ku were tomarkirin jî.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst