Li Şingalê di navbera du malabetên Kurdên Êzidî û Ereb de şer derket

13-04-2022
Yûsif Rabih
Destpêkê şer bi kevir û daran bûye û du kes bi sivikî ji piştên xwe ve birîndar bûne
Destpêkê şer bi kevir û daran bûye û du kes bi sivikî ji piştên xwe ve birîndar bûne
A+ A-

Şingal (Rûdaw) - Li Şingalê di navbera du malbatan de ku yek Kurdên Êzidî û ya din Ereb bûye, şer derket û du kes bi sivikî birîndar bûn.

Îro serê sibeha roja Çarşembê 13ê Nîsana 2022ê ji ber çêrandina pez di nav dexleke avî de li Komelgeha Guhbil a bakurê Çiyayê Şingalê şer di navbera du malbatan de derket.

Li gor şahidhalan, destpêkê şer bi kevir û daran bûye û du kes bi sivikî ji piştên xwe ve birîndar bûne, piştre çek hatine bikaranîn, lê kes bi guleyan birîndar nebûye.

Berpirsekî emnî yê deverê ji Rûdawê re got, malbatek ji wan Ereb e û ya din jî Kurdên Ezdî ye. Herwiha da zanîn ku piştî şer di navbera herdu malbatan de derketiye wan serdana cihê bûyerê kirine û hewl didin pirsgirêk mezin nebe û bê çareserkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst