Deynê cotkarên Mêrdîn, Kilîs, Êlih û Şirnexê yê elektrîkê 920 milyon lîre derbas kir

13-04-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgehên Mêrdîn, Kilîs, Êlih û Şirnexê yên Bakurê Kurdistanê, deynê elektrîkê yê cotkarên erdê xwe av didin gihiştiye 920 milyon û 741 hezar û 401 lîre ku dike 63 milyon û 70 hezar dolar.

Parlamenterê CHPê yê Stenbolê Sezgin Tanrikulu, bi daxwaza Wezîrê Çavkaniyên Xwezayî û Enerjiyê Fatih Donmez bersiv bide pirsenameyek da Parlamentoya Tirkiyê û pirsî ka hejmara cotkarên li parêzgehên Mêrdîn, Kilîs, Êlih û Şirnexê bi armanca avdana erdê xwe elektrîkê bikar tînin û deynê wan bo kompanyayên elektrîkê yê sala 2021ê çiqas e.

Fatih Donmez di bersiva xwe de ragihand ku li parêzgehên Mêrdîn, Kilîs, Êlih û Şirnexê deynê elektrîkê yên cotkarên erdê xwe av didin gihiştiye 920 milyon û 741 hezar û 401 lîre ku dike 63 milyon û 70 hezar dolar.

Donmez got: “Li Mêrdînê 6 hezar û 845 aboneyên avdaniya çandiniyê hene û deynê wan 890 milyon lîre ye. Li Şirnexê 715 aboneyên avdaniya çandiniyê hene û deynê wan 27 milyon lîre ye. Li Kilîsê 2 hezar û 966 aboneyên avdaniya çandiniyê hene û deynê wan 2 milyon û 324 hezar û 401 lîre ye. Li Êlihê hezar û 439 aboneyên avdaniya çandiniyê hene û deynê wan milyonek û 417 hezar lîre ye.”

Sezgin Tanrikulu derbarê deynê cotkaran de got: “Ev deynekî zêde ye. Sedem jî ew e; beşê enerjiyê yê projeya GAPê hat temamkirin, lê beşê avdaniyê nehat temamkirin. Ji ber wê jî li hemû Mezopotamyayê avdanî bi enerjiya elektrîkê tê kirin. Berhemhêner alîkariyê jî wernagrin. Ev xerciyên wan zêde dike û nikarin bidin. Divê di zûtirîn dem de bo elektrîkê alîkariya cotkaran bê kirin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst