Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Urmiyê ya Rojhilatê Kurdistanê 13 welatiyên Kurd ku ji aliyê hêzên ewlekariya Îranê bi tometa `endamtiya PKKê` hatibûn desteserkirin, hatin dadgehkirin.
Rêxistina Mafên Mirov ya Hengaw belav kiriye ku 13 welatiyên Kurd ku di zivistanê de ji aliyê hêzên ewlekariya Îranê ve hatibûn girtin, duh li Liqa yekemîn dadgeha Şoreşa Urmiyê bi tometa endamtiya PKKê, bi dadgeriya Mûsa Recebî hatin dadgehkirin.
Li gor heman çavkaniyê, ji wan 13 welatiyên Kurd Ezîme Nasirî, Husên Gerdişî û Emîr Abdullahî ji Bokanê, Behmen Yûsûfzade, Ferîdûn Mûsapûr û Ferhad Mûsapûr ji Rebetê, Soran Husênzade, Îman Ebdî, Sîrwan Nûrî, Efşîn Mam Ehmedî, Şepol Xizrî, Siyaweş Eynî û Keywan Endar ji Mehabadê ne.
Heya niha nediyar e çi cezayek li ser wan hatiye sepandin û biryar e piştre bi rêya parêzerên wan cezayên wan ji wan re bê gotin.
Zivistana bûrî li Rojhilatê Kurdistanê kampîneke girtina çalakvanên Kurd destpê kiribû û li gor amarên Rêxistina Mafên Mirov ya Hengaw, wê demê 118 welatiyên Kurd ji aliyê hêzên ewlekariya Îranê ve hatin girtin.
Mafên Mirov ya Hengaw, wê demê 118 welatiyên Kurd ji aliyê hêzên ewlekariya Îranê ve hatin girtin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse