Serok Barzanî serxweşî li Îsmaîl Beşîkcî kir

Hewlêr (Rûdaw) – Serok Mesûd Barzanî bi boneya koça dawî ya Leman Beşikcî hevjîna zana, civaknas û nivîskarê navdarê Tirkiyê û dostê Kurdan Îsmaîl Beşikçî peyameke serxweşiyê belav kir û tê de hevxemiya xwe nîşan da.

Serok Mesûd Barzanî ji ber koça dawiyê ya hevjîna civaknas û nivîskar Îsmaîl Beşikcî, peyameke sersaxiyê arasteyî wî kir û tê de hevxemiya xwe nîşan da.

Mesûd Barzanî di peyama xwe de dibêje: “Ji bo bîrmend û dostê qedirgiranê gelê Kurd Profesor Îsmaîl Beşikcî, bi xemeke mezin nûçeya koça dawî ya hevjîna we ya birêz xanima (Leman Beşikci) gihîşt me. Pirse û sersaxiyên xwe pêşkêşî we û malbata we ya birêz dikim û xwe bi hevbeşê xema we dizanim.”

Ji xwedayê mezin hêvîdarim ruha hevjîna we ya xwedê jêrazî bixe ber dilovaniya xwe û hedar û aramiyê bi hemû aliyek bibexşê.”

Hevjîna Îsmaîl Beşikçî, Leman Beşikçî di 92 saliya xwe de koça dawî kir.

Leman Beşikçî ku bi eslê xwe ji bajarê Erziromê ye, beriya demekê nexweş ketibû û li nexweşxaneyeke Enqerê dihat dermankirin.

Îsmaîl Beşikçî di nava Kurdan de naveke naskirî ye û ji ber xebat û çalakiyên xwe yên derbarê kurdan de weke dostê gelê Kurd tê naskirin.