DMME biryara xwe ya derbarê Ahmet Altan de eşkere kir
Hewlêr (Rûdaw) – Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) derbarê rojnamevan û nivîskar Ahmet Altan û rojnamevan Murat Aksoy de biryara xwe da. Dadgehê biryar da ku mafê herdu rojnamevanan ku niha di girtîgehê de ne, hate binpêkirin.
Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê biryara xwe ya têkildarî serlêdana herdu rojnamevanên di zîndanê de Ahmet Altan û Murat Aksoy de eşkere kir.
Li gor biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê, mafê azadiya derbirin, dadgehîkirina biedalet, ewlehiyê Ahmet Altan hatine binpêkirin ku ew maf di Peymannameya Mafên Mirovan a Ewropayê de hatine parastin.
Di vê çarçoveyê de Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê biryar da ku weke qerebûkirina manewî Tirkiye 16 hezar euro bide Altan.
Dadgehê diyar kir ku mafê mafê azadiya derbirin, ewlehî û azadiya Muratk Aksoy jî hatine binpêkirin û biryar da ku ji bo wî jî weke qerebûya manewî 11 hezar û 500 euro bê dayîn.
Ahmet Altan ku piştî hewldana drabeyê ya 15ê Tîrmehê hatibû girtin û herî dawî cezayê muebetê hatibû hilweşandin û bi 10 sal 6 mehan hatibû sizadan.
Altan, piştî 3 sal û nîvan 4ê Mijdarê di danişîna Dadgeha Cezayê Giran a 27emîn de, hatibû berdan.
Altan, li ser îtiraza Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê dîsa hatibû desteserkirn û bo Girtîgeha Silivriyeyê hatibû şandin.