DMME biryara xwe ya derbarê Ahmet Altan de eşkere kir

13-04-2021
RÛDAW
Nîşan Ahmet Altan DMME
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) derbarê rojnamevan û nivîskar Ahmet Altan û rojnamevan Murat Aksoy de biryara xwe da. Dadgehê biryar da ku mafê herdu rojnamevanan ku niha di girtîgehê de ne, hate binpêkirin.

Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê biryara xwe ya têkildarî serlêdana herdu rojnamevanên di zîndanê de Ahmet Altan û Murat Aksoy de eşkere kir.

Li gor biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê, mafê azadiya derbirin, dadgehîkirina biedalet, ewlehiyê Ahmet Altan hatine binpêkirin ku ew maf di Peymannameya Mafên Mirovan a Ewropayê de hatine parastin.

Di vê çarçoveyê de Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê biryar da ku weke qerebûkirina manewî Tirkiye 16 hezar euro bide Altan.

Dadgehê diyar kir ku mafê mafê azadiya derbirin, ewlehî û azadiya Muratk Aksoy jî hatine binpêkirin û biryar da ku  ji bo wî jî weke qerebûya manewî 11 hezar û 500 euro bê dayîn.

Ahmet Altan ku piştî hewldana drabeyê ya 15ê Tîrmehê hatibû girtin û herî dawî cezayê muebetê hatibû hilweşandin û bi 10 sal 6 mehan hatibû sizadan.

Altan, piştî 3 sal û nîvan 4ê Mijdarê di danişîna Dadgeha Cezayê Giran a 27emîn de, hatibû berdan.

Altan, li ser îtiraza Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê dîsa hatibû desteserkirn û bo Girtîgeha Silivriyeyê hatibû şandin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst