Hewas Egîd: Komîteya me nekariye rê li ber guherîna demografiya herêmên Kurdî bigire

13-04-2020
RÛDAW
Hewas Egîd
Hewas Egîd
Nîşan Rojava ENKS Hewas Egîd
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Nûnerê ENKSê di Desteya Bilind a Danûstandinan a Itîlafa Opozisyona Sûriyê de, Hewas Egîd ji Rûdawê re ragihand, guhertina demografiya Serê Kaniyê û Girê Spî berdewam e û komîteya ku ji bo rawestandina binpêkariyan hatiye pêkanîn, nikare tiştekî bike.

Nûnerê ENKSê di Desteya Bilind a Danûstandinan a Itîlafa Opozisyona Sûriyê de, Hewas Egîd îro beşdarî bernameya Nûroja Dostan a Rûdaw TV y abo pêşkêşkariya Hêvîdar Zana û Senger Ebdurehman bû û derbarê rewşa Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê de axivî.

Hewas Egîd ragihand, li Rojavayê Kurdistanê û li wan deverên ku ji aliyê hêzên artêşa Tirkiyê û komên çekdar ve hatine kontrolkirin, bi taybet jî deverên Girê Spî û Serê Kaniyê, proseya guhertina demografiya li dijî pêkhateya Kurd berdewam e.

Hewas Egîd amaje bi pêkanîna komîteya Itîlafa Opozisyona Sûriyê ya ji bo rawestandina binpêkariyên çekdaran li Girê Spî û Serê Kaniyê kir û ragihand, armanca sereke ya ji pêkanîna wê komîteyê ew bû ku di pratîkî de tiştek li ser erdê were kirin.

Wî rayedarê ENKSê da xuyakirin, “komîteyê mebesta xwe ya siyasî pêk anî, lê belê li ser erdê nikariye kar bike û ti encamek ji hewldanên wê komîteyê derneketiye.”

Egîd diyar kir, komîteya navborî nikare weke pêwîst karê xwe bike, ji ber ku heta niha grûpên çekdar li wan navçeyan detshilatdar in.

Bi gotina Egîd, hêj aramiyek wisa li deverê çênebûye ku xelkên ji ber şer û aloziyan koçber bûne, bikarin vegerin ser mal û halê xwe.

Hewas Egîd destnîşan kir, avêtina pêngavan li ser erdê girêdayî çend tiştên sereke ye, ku yek ji wan mijaran çareserkirina giştî ya rewşa şer li hundirê Sûriyê û bi taybet li herêmên Kurdî yên di kontrola çekdaran de ye.

Egîd herwiha got: “Ji destpêka şoreşa Sûriyê ve heta niha, me wek Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê baweriya me bi çareseriya leşkerî nebûye û em dibînin ku hebûna leşkeran li hundirê bajaran û li hundirê herêman ji bilî xirabiyê tiştekî din bi xwe re nahîne. Ji ber wê yekê yek ji mercên sereke yên ku rê bide ew komîte pêngavan li ser erdê bihavêje, nemana çekdaran li nav bajaran û herêman e.”

Nûnerê ENKSê di Desteya Bilind a Danûstandinan a Itîlafa Opozisyona Sûriyê de da zanîn, ku “pêwîst e fişara çekdaran û malbatên wan li ser xelkê resenê herêman nemîne û aramî vegere wan cihan, daku xelk bikarin vegerin ser cih û warên xwe.”

Hewas Egîd tekezî li ser wê yekê kir, ku li ser erdê gelek astengî li pêşiya karê komîteya lêkolînê hene û got, gelek zehmet e ku ew astengî bi hêsanî û rihetî ji ser rêya xebata komîteyê bêne rakirin.

Di beşeke din a axavtina xwe de, bi hezaran malabtên Kurd ji Efrîn, Girê Spî û Serê Kaniyê ji aliyê grûpên çekdar ên ser bi Tirkiyê ve aware û derbider bûne, bi dehan kes di bin îşkenceyê de jiyana x we ji dest dane û bi sedan kes jî heta niha girtî ne, çarenivîsa wan nediyar e.

Wî berpirsê ENKSê destnîşan kir, Erebkirina navçeyên Kurdî li Rojavayê Kurdistanê hêj jî berdewam e û grûpên çekdar dest bi ser milkê xelkê de digirin.

Hewas Egîd herwiha got, wan ji Tirkiyê re gotiye ku ew berpirsyarê yekemê kar û kiryarên grûpên çekdar ên li dijî pêkhateya Kurd in.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst