Kurê Mistefa Selîmî: Bavê min got ‘ez gihiştibûm Pêncwînê’

Hewlêr (Rûdaw) - Kurê Mistefa Selîmî tekez dike ku bavê wî ji wan re ragihandiye ku wî xwe gihandibû Pêncwînê lê ji aliyê asayişa wê deverê radestî Îranê hatiye kirin.

Girtiyê siyasî yê Kurd Mistefa Selîmî piştî 17 sal ji zindanîkirinê, roja 27 Adarê di serîhildana girtiyên zindana Seqizê de, reviyabû, lêbelê roja 11ê Nîsanê hat belavkirin ku ew ji aliyê Îranê ve hatiye girtin û li zindana Seqizê hatiye darvekirin.

Li gor hin zanyariyên ku hatine belavkirin û herwiha daxuyaniyên endamên malbata wî, Mistefa Selîmî karîbû xwe bigihîne navçeya Pêncwênê li Başûrê Kurdistanê, lê belê ji aliyê Asayişa Pêncwênê ve hatibû desteserkirin û radestî hêzên Îranê hatibû kirin.

Parêzerê Rojhilatî Şahid Elewî, derbarê bûyerê de ji Rûdawê re ragihand, “Mistefa Selîmî girtiyekî him siyasî him jî edlî bû. Jibilî 15 sal cezayê zindanê, biryara darvekirinê jî li ser hatibû dayîn.”

Muhamed Cebarî, Dozgerê Giştî li Eyaleta Kurdistanê jî îddîa kiriye, Mistefa Selîmî ne ji ber sedemên siyasî lê ji ber tawana dizî û kuştina 2 polîsan, hatibû girtin.

Kawa Kirmanşanî, yek ji berpirsên Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê, ji Rûdawê re ragihand, “Piştî salek ji girtina Selîmî, 2004an keysa derbarê wî de gihişt ber destê me. Di wê keysê de bi endamtiya Partiya Demokrata Kurdistanê û alîkariya wê partiyê dihat tohmetbarkirin. Derbarê Selîmî de ku bi cezayê darvekirinê dihat darizandin, ti belgeyek nîne ku kesek kuştibe.”

Êvariya roja 27ê Adara îsal, 74 girt, li zindana Seqizê, ji ber “tirsa koronayê û li berçavnegirtina rênimayiyên xweparastinê li wê zindanê” serî hildan û reviyan.

Li gor zanyariyan, Mistefa Selîmî karî xwe bigihîne devera Pencwîn li Başûrê Kurdistanê, lêbelê li wê deverê ji aliyê asayişa Pêncwînê ve hat girtin û radestî hêzên rejîma Îranê hat kirin.

Kawa Kirmanşanî derbarê bûyerê de dibêje, di dawîn hevdîtina li gel kurê xwe de rojek berî darvekirinê, Mistefa Selîmî ji kurê xwe re diyar kiriye, ‘piştî ku ji zindanê reviyam, min xwest xwe bigihînim Başûrê Kurdistanê, lêbelê asayişa Pêncwînê ez girtim û radestî Îranê kirim’.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî derbarê mijarê de daxuyaniyek belav kiribû û ragihandibû, ku ew agahdarî radestkirina Mistefa Selîmî nebûne.

Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Cotyar Adil diyar kiribû, ku Serokwezîr Mesrûr Barzanî biryar daye têkildarî bûyera radestkirina wî girtiyê siyasî yê Kurd komîteyek ji bo lêkolînê were pêkanîn.Li aliyekê din Rêveberiya Giştî ya Asayişa Silêmaniyê di daxuyaniyekê de red kiriye ku hêzên wan Mistefa Selîmî radestî Îranê kiribin û daye xuyakirin, ku ti kes bi vî navî derbasî sînorê Silêmaniyê nebûye.

Parêzer Husên Ehmedniyaz jî tekez dike, li gor yasayên navdewletî radestkirina girtiyên siyasî, girêdayî proseyeke dirêj e ku ev jî eger rêkevtinek di navbera wan dewletan de hebe an jî derbarî wî kesî de biryara lêgerîna Interpolê hebe.

Ew parêzerê ji Rojhilatê Kurdistanê, diyar dike, “Eger kesek dim bin metirsiya mirinê be, rûbirûyê darvekirinê be an jî egera îşkencedana wî hebe, li gor hiqûqa navdewletî bi ti awayî ne mumkin e, bê radestkirin. Heta polîsê Interpolê jî di rewşeke wiha de ne xwediyê wê desthilatê ye wî kesî radest bike.”

Ew lîjneya ku ji bo lêkolînkirina vê bûyerê ji aliyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve hatiye avakirin, xebat û lêkolînên xwe berdewam dike.

Herwiha îddîayên radestkirina bo rejîma Îranê û darvekirina wî, li nav raya giştî ya Kurd de gelek karvedan bi xwe re anîn û rastî nerazîbûneke mezin hat.

Hizba Demokrata Kurdistana Îranê (PDKÎ), derbarê bidarvekirina girtiyê Rojhilatê Kurdistanê, Mistefa Selîmî ragihand ku ji ber ti pêwendiya rêxistinî ya Mistefa Selîmî bi partiya wan ve nebûye, şêwaza desteserkirina wî ne zelal e.

Hizba Demokrata Kurdistanê (HDK) di daxuyaniyekê de radestkirin û bidarvekirina girtiyê siyasî yê Kurd ê Rojhilatê Kurdistanê Mistefa Selîmî şermezar kir û pêşwazî li biryara Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya pêkanîna komîteya lêkolînê kir.

Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) ku baskê PKKê li Rojhilatê Kurdistanê ye, derbarê bûyera radestkirin û îdamkirina girtiyê siyasî yê Kurd ê ji Rojhilatê Kurdistanê Mistefa Selîmî de daxuyaniyek da û ragihand: Asayişa Pêncwênê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi awayekî nemirovane reftar li gel Mistefa Selîmî kiriye.

Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) derbarê kêysa girtiyê siyasî yê Rojhilatê Kurdistanê Mistefa Selîmî de daxuyaniyek belav kir û ragihand: “Bi her sedem an hincetekê Selîmî radestî Îranê hatibe kirin, em radestkeran bi tundî şermezar dikin. Yên ku ew kar kirine ti ferqa wan û qatilên Selîmî nîne”. KCD herwiha radestkirina Selîmî wek “xiyaneteke netewî” bi nav kir ku nayê qebûlkirin.