Krîstiyanên Duhokê bi rêya online Cejna Paskalya pîroz kirin

13-04-2020
Huner Reşîd
Li Duhokê ji ber metirsiya koronayê, krîstiyanan bi telefonan û bir rêya online cejna Paskalya pîroz kirin.
Li Duhokê ji ber metirsiya koronayê, krîstiyanan bi telefonan û bir rêya online cejna Paskalya pîroz kirin.
Nîşan Duhok Cejna Paskalya Herêma Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Krîstiyanên parêzgeha Duhokê Cejna Paskalya bi rêya peywendiyên telefon û online li hevdû pîrozkirin û pabendî rênimayên qedexeya derketina derve bûn.

Kerîm Sebrî yê temen 66 salî ku muxtarê gundê Sêcê ye, ji serdema bav û bapîrên xwe ve, yekem car e cejneke wiha bêdeng dibîne.

Kerîm Sebrî dibêje, “Cejna me ya berê gelek îzdiham bû. Mirovên me, ew ên derdora me, ev gundên li cem me, tijî koçika me mirov bûn. Misilman bûn, Êzidî bûn. Niha 400 malbatên Êzidî li gundê me ne, li cejnan li gel me bûn.”

Lê muxtarê gundê Sêcê diyar dike, îsal ji ber rewşa heyî, cejna xwe bi bêdengî pîroz dikin û hêviya xwe tîne ziman ku ev rewş zû derbas bibe û ew weke berê cejnên xwe pîroz bikin.

Di yekem roja Cejna Paskalya de, malên Krîstiyanan bê mêvan in. Ji sala 1920an ve pîrozkirina vê cejnê bi vî awayî birêve neçûye.

Lêbelê li gel rewşa ji ber koronayê jî ku hatinûçûn hatiye rawestandin, hemwelatiyên Krîstiyan di malên xwe de, amadekarî weke salên berê kirine.

Yek ji wan hemwelatiyan, Îwnye Binyamên, dibêje wî xwarina sereke ya cejnê bo sê danan amade kiriye.

Ji bo rêgirtin li zêdetir belavbûna vîrusa koronayê, Hikûmeta Herêma Kurdistanê, biryara girtina deriyên kenîseyan jî daye, ji ber wê yekê, piraniya Krîstiyanên li Duhokê, bi rêya online beşdarî nimêja cejnê bûn.

Hîpim Bigris, Cîgirê Serokê Yana Nuhedra ya rewşenbîrî û civakî, diyar dike ku Krîstiyanên li Duhokê rênimayiyên hikûmetê yên bo xweparastina ji koronayê ji sedî 100 bicî kirine û dibêje wan cejna xwe bi rêya telefon û online li hev pîroz kirin.

Li gor amarên Yana Nuhedra ya rewşenbîrî û civakî ku taybet a Krîstiyanên Duhokê ye, hejmara hemwelatiyên Krîstiyan sala 2014an li Duhokê zêdetirî 100 hezar kes bû, lê niha hejmara wan li wê parêzgehê daketiye nêzikî 65 hezar kesan.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst