KCD: Radestkirina Mistefa Selîmî xiyaneteke netewî ye û nayê qebûlkirin

13-04-2020
RÛDAW
Nîşan KCD Kurd Kurdistan Mistefa Selîmî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) derbarê kêysa girtiyê siyasî yê Rojhilatê Kurdistanê Mistefa Selîmî de daxuyaniyek belav kir û ragihand: “Bi her sedem an hincetekê Selîmî radestî Îranê hatibe kirin, em radestkeran bi tundî şermezar dikin. Yên ku ew kar kirine ti ferqa wan û qatilên Selîmî nîne”. KCD herwiha radestkirina Selîmî wek “xiyaneteke netewî” bi nav kir ku nayê qebûlkirin.

KCD di destpêka daxuyaniya xwe de amaje bi revîna Mistefa Selîmî û paşê bidarvekirina wî ji aliyê hikûemta Îranê dike û dibêje: “Girtiyê siyasî yê Kurd Mistefa Selîmî 17 salan di girtîgehên Îranê de zindanî bû û roja 27ê Adara 2020an piştî isyana li Girtîgeha Seqizê ya bi sedema nîgeraniyên ji koronayê,derbasî Başûrê Kurdistanê bû. Lê belê li gor zanyariyên medyayê, Selîmî ji aliyê hêzên Rêveberiya Asayişa Qezaya Pêncwênê ji nû ve radestî pasdarên dewleta Îranê hatiye kirin û paşê di 11ê Nîsana 2020an de ji aliyê rejîma faşîst a Îranê ve li Girtîgeha Seqizê hatiye bidarvekirin.”

Di beşeke din a daxuyaniya xwe de, KCD siyaseta Îranê ya ji bo bidarvekirina mirovan û bi taybet bidarvekirina welatiyên Kurd bi tundî şermezar dike û dibêje, “bi vê hiqûqa hovane û kesên ku li ser vê hiqûqê rijd in, nikarin gelê Kurd ji têkoşînê berdin.”

Kongreya Civaka Demokratîk radestkirina Mistefa Selîmî wek “xiyaneteke netewî” bi nav dike ku nayê qebûkirin û daxwaz dike: “Divê ew kes (radestker) herî zû bêne destnîşankirin û li gor yasayê bihêne darizandin.”

Di daxuyaniyê de wiha hatiye gotin: “Bi her sedem an awayekî Selîmî hatibe radestkirin, yên ku ew radestî dewleta Îranê kirine, em bi wan bi tundtirîn şêwe şermezar dikin. Yên ku ew kirine, ti ferqa wan û qatilên Selîmî tine ye. Ev helwesteke derveyî mirovatiyê û di heman demê de xiyaneteke netewî ye ku nayê qebûlkirin. Ew kes divê herî zû bêne destnîşankirin û li pêşberî hiqûqê bêne dadgahîkirin.”

KCD piştgirî li pêngava Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya ji bo pêkanîna komîteya lêkolînê derbarê vê bûyerê de dike û daxwaz dike, “kesên ku tiliya wan di xiyaneta li hember Selîmî de hebûye bêne destnîşankirin û bêne darizandin.”

Kongreya Civaka Demokratîk herwiha bang li hikûmeta Îranê dike, ku “dest ji rijandina xwîna Kurdan berde û li gor hiqûqa navdewletî ya mafên mirovan tevbigere.”

Di beşeke din a daxuyaniyê de, KCD bang li civaka navdewletî dike, li hember wan tawanên mirovî yên ku Îran encam dide, dengê xwe bilind bikin.

Herwiha bang li Kurdan dike, ku “li hember cinayetên wiha yekrêzî û yekgirtina xwe biparêzin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst