Li Rojavayê Kurdistanê çandinî

Hewlêr (Rûdaw) - Li Rojavayê Kurdistan û deverên bakur rojhilatê Sûriyê,  2 milyon û 500 hezar hektar zeviyên çandiyê hene ku ev ji sedî 13.3 ji rûberê giştî yê Sûriyê pêk tîne.

Ji sedî 70ê zeviyên çandiniyê li Rojavayê Kurdistanê, tên çandin ku berhemên wan jî genim, ceh, nîsk, pembo, zeytûn, tirî û fisteq in.

Berhemên çandiyê bi awayî salana li Rojavayê Kurdistanê digihije 2,000,000 ton. Lêbelê par, ji bûyerên şewatê berhema genim 970,000 ton û ya ceh jî zêdetirî 800,000 ton bû.

Li navçeyên di bin kontrola Rêveberiya Xweser de 10,400 derase hene  ku niha ji ber qedexeya derketina derve, xwediyên wan derasey

Li Rojava îsal ji ber qedexeya derketina derve û bihabûna nirxê wê, hejmareke zêde ji cotkaran zadên xwe bê semad hiştin.

Rêveberiya Xweser bi rêya Başûrê Kurdistanê, her tonek semad bi 380 dolaran kirî û li bazara reş jî bi 400 dolaran ew semad tê firotin.

Sala derbasbûyî 435,000 donim zevî şewitîn ku ziyan gihişt 6,000 cotkaran û proseya qerebûkirina wan weke pêwîst birêve neçû.

Ji sedî 46ê xelkê li Rojavayê Kurdistanê bi awayî rasterast, di aliyê aborî de pişta xwe bi çandiniyê ve girê dane. Beşeke din a xelkê jî bi awayekî ne rasterast di vî warî de kar dikin.

Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê, îro bi daxuiyaniyekê aşkere kir ku di heyama qedexeya hatinûçûnê de, cotkar dikarin biçin nav zeviyên xwe û xebatên xwe birêve bibin bi mercê ku pabendî rênimayiyên xweparastina ji vîrusa koronayê bin.