Weqfa Tahir Elçî ya Mafê Mirovan li Amedê hat damezirandin

13-04-2019
RÛDAW
Nîşan Weqfa Tahir Elçî ya Mafê Mirovan Amed Turkan Elçî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li ser navê Serokê Baroya Amedê yê berê parêzer Tahîr Elçî ku di mijdara 2015an de de li ber Minareya Çarling a Amedê hatibû kuştin, Weqfa Tahir Elçî ya Mafê Mirovan li Amedê hat damezirandin.

 

Weqfa Tahir Elçî ya Mafê Mirovan ku ya li ser navê ji parezerê kurd û Serokê berê yê Baroya Amedê hat damezirandin û dest bi xebatên xwe kir.

 

Serokatiya weqfê hevjîna Tahir Elçî, Turkan Elçî bi rê ve dibe û di nav desteya rêveberiyê de parêzer Orhan Kemal Cengiz, Erkan Şenses, Mursel Ekici, Cihan Ulsen, Mahsun Bati cih digirin.

 

Armanca Weqfa Tahir Elçî ya Mafê Mirovan ew e ku li dijî hemû cure tundiyê be û hewl bide pirsgirêkên civakî û siyasî bi rêyên aştiyane werin çareserkirin. Di heman demê de dê têkoşîna Elçî ya mafên mirovan bidomîne.

 

Serokê Baroya Amedê yê berê parêzer Tahîr Elçî roja 28ê Mijdara 2015aan de li ber Minareya Çarling a Amedê hat kuştin. Heta niha jî kujerên wî nehatine eşkerekirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst