Li Amedê pirtûka Îbranî ya hezar û 100 salî hat bidestxistin

Amed (Rûdaw) - Li Amedê hêzên ewlehiyê dest bi ser pirtûkeka Îbranî ya hezar û 100 salî ya ku bi nivîsên zêrîn hatiye neqişandin girtin. Debarê bûyerê de 6 gumanbar jî hatin desteserkirin.

 

Parêzgeha Amedê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku, tîmên Rêveberiya Şaxa Têkoşîna Dijî Tawanên Organîze û Qaçaxçîtiyê ya Fermandariya Cendirmeyên Bajêr di xebatên xwe de tesbît kirin ku 4 kesên li Bismîl û Erxeniyê dijîn ji bo pirtûkeka dîrokî ya di destê xwe de bifroşin li kiryarekî digerin.

 

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di lêkolînan de hat tesbîtkirin ku pirtûk hezar û 100 salî ye, bi herfên zêrîn Îbranî hatiye nivîsandin li ser motîfên olî hene.

 

Di daxuyaniyê de hat gotin: "Duh li Erxeniyê operasyon hat kirin, dema gumanbara pirtûk difrotin li ser sûc hatin girtin. Ekîb li ser û guhên şikbaran û navnîşana wan geriyan di lêgerînê de pirtûka Îbranî ya 21 perî girtin. Berhema dîrokî niha li ciheke ewle tê parastin û derbarê 6 gumanbaran de lêpirsîn hatiye destpêkirin."