Zarokekî Kurdê Êzidî: Dayîka min di navbera DAIŞiyan de hat firotin

13-04-2019
RÛDAW
Rizgarbûyê ji destê DAIŞê Tîman Nûrî Seîd behsa çîroka xwe ya jêr destê DAIŞê dike
Rizgarbûyê ji destê DAIŞê Tîman Nûrî Seîd behsa çîroka xwe ya jêr destê DAIŞê dike
Nîşan Kurdên Êzidî DAIŞ Tîman Nûrî Seîd
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Zarokekî Kurdê Êzidî ku nû ji Kampa Holê hatiye derxistin, dibêje dayika wî li Meyadînê di dema şer de hat kuştin. Rizgarbûyê ji destê DAIŞê Tîman Nûrî Seîd herwiha da zanîn ku dayîka wî di navbera çekdarên DAIŞê de hatiye firotin.

 

Tîman Nûrî Seîd ji Rûdawê re got, dayika wî li Meyadîn di navbera çend çekdarên DAIŞê de hat firotin û pitşre di dema şer de hat kuştin.

 

Rizgarbûyê ji destê DAIŞê Tîman Nûrî Seîd herwiha da zanîn ku ku meta wî heya niha li Kampa Holê maye û ew daxwazê dike, ku ew jî ji wir bê derxistin.

 

Bi gotina Seîd, di dema şerê Baxoz de, meteke din a wî hatiye kuştin, û ew bi çend kesên din re hatin rizgarkirin.

 

Tîman vê yekê jî tîne ziman, ku çekdarên DAIŞê nedhiştin ew bi Kurdî bi hev re bipeyivin û ew li ser bikaranîna çekan perwerde dikirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst