Li gundê Koço du gorên bi kom têne rakirin

13-04-2019
Tehsîn Qasim
Tehsîn Qasim
Tê pêşbînîkirin zêdetirî 70 rufat têde hebin
Tê pêşbînîkirin zêdetirî 70 rufat têde hebin
Nîşan Şingal Koço Gor Rufat
A+ A-

Şingal (Rûdaw) – Piştî ku goreke bi kom li gundê Koço yê ser bi Şingalê hat rakirin û 29 rufatên Kurdên Êzidî hatin derxistin, di qonaxa duyem a rakirina gorên bi kom de dest bi rakirina du gorên bi kom hat kirin, wisa tê pêşbînîkirin zêdetirî 70 rufat têde hebin.

 

Nûnerên Neteweyên Yekbûyî û rayedarên Iraq û Herêma Kurdistanê di rakirina gorên bi kom ên Şingalê de amade ne.

 

Serokê tîma rakirina gorên bi kom Mihemed Tahir Temîmî ji Rûdawê re ragihand ku rakirina gorên bi kom demeke zêde dixwaze, ji ber dibe ku gorên din ên bi kom hebin û karê rakirina wan jî bi hev ve girêdayî ye.

 

Mihemed Tahir Temîmî got: “Tawana DAIŞê ya li Şingalê dewseke reş e di nav çavê mirovahiyê de, lê ez bi eşkere dibêjim, em nikarin demek diyar bikin ji bo bidawîbûna karên xwe, ji ber ku mixabin dibe ku em gorên zêdetir bibînin, karê hemû gorên bi kom ji aliyê hunerî û teknîkî ve bi hev re girêdayî ne, hinek car jî peywendî bi nimûneya qurbaniyan ve heye, ku gor têne dîtin û bo taqîgehên tiba dadî têne şandin, lewma mixabin karên me demeke dirêj diajon û dibe ku çend meh berdewam bibin.”

 

Li her çar aliyên gundê Koço, 13 gorên bi kom hene û hikûmeta Iraqê biryar daye ku wan rufatên di nav wan goran de weke şehîd qebûl bikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst