2 zarokên Efrînî ji ber bê dermaniyê canê xwe ji dest dan

13-04-2018
RÛDAW
Kampa Koçberên Êfrînê li Şehbayê
Kampa Koçberên Êfrînê li Şehbayê
Nîşan Şehba Efrîn Zarok
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li kampeke koçberiyê 2 zarokên ji Efrînê ji ber nexweşiyê û tunebûna dermanan û alavên pizîşkî jiyana xwe jidest dan.

 

Li kampeke koçberiyê li navçeya Şehba ya Helebê, 2 zarokên ji Efrînê ku herdu jî keçik in, jiyana xwe jidest dan.

 

Hate zanîn, ku navên wan Hemrîn Yûsif a 16 rojî û Emîna Nûr a 5 rojî ye.

 

Berpirseke Heyva Sor ya Kurd da xuyakirin, ku ji ber tunebûna alavên pizîşkî û kêmbûna dermanan, wan herdu zarokan ji ber nexweşiyê jiyana xwe jidest dane.

 

Heyva Sor ya Kurd daxwaz ji saziyên navdewletî kir, ku bilez alîkariyan ji xelkê Efrînê re bişînin, bi taybetî ew kesên ku ji ber şer koçber bûne û niha li kampan dimînin.

 

Artêşa Tirkiyê bi tevê hêzên opozîsyona Sûriyê di 18ê Adarê de ketibûne navenda bajarê Efrînê û ji ber vê êrîşê bi deh hezaran kes ji bajar û gundan raviyabûn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst