Asayişa Hewlêrê derbarê êrişa li ser Ferhad Pîrbal de daxuyanî da

13-04-2017
RÛDAW
Nîşan Asayişa Hewlêrê Ferhad Pîrbal Êriş
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Asayişa Hewlêrê derbarê êrişa li ser rewşenbîrê Kurd, Ferhad Pîrbal de daxuyaniyek belav kir.

 

Rêveberiya Asayişa Giştî ya Hewlêrê ragihand: “Têkildarî bûyera êrişkirina li ser Dr Ferhad Pîrbal, ji bilî ku em vê karî şermezar dikin, em radigihînin ku her du êrişkar ên bi navên (S.M.H) û (Ş.R.H) hatine desteserkirin.”

 

Di daxuyaniyê de tê gotin: “Em hemû aliyekê piştrast dikin ku tevahiya rêkarên yasayî ji bo lêkolîna li ser vê bûyerê û cezakirina tawanbaran ji aliyê dezgehên pêwendîdar ve hatine berçavgirtin.”

 

Duh çarşemiyê, li nav bajarê Hewlêrê, du kesên çekdar êrişî rewşenbîr û mamostayê zanîngehê Dr Ferhad Pîrbal kirin û ew bi giranî birîndar kirin.

 

Êrişa li ser Dr Ferhad Pîrbal bertekên tund li pey xwe ve anîn û Serokatiya Herêma Kurdistanê derheqê vû bûyerê de daxuyaniyek weşand û têde ragihand, ku Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bi bihîstina bûyerê gelek dilgiran bûye û ferman daye, ku kesên êrişkar bi zûtirîn dem werin girtin û radestî dadgehê werin kirin.

 

Her piştî daxuyaniya Serokaktiya Herêma Kurdistanê, Rêveberê Polîsê Hewlêrê, Ebdulxaliq Telet di daxuyaniyekê de ji Rûdawê re aşkere kir, her du kesên ku êrişî ser Ferhad Pîrbal kiribûn, ji aliyê hêzên polîs ve hatine desteserkirin û lêkolînê derbarê bûyerê de dest pê bûye.

 

Pêştir Qayimeqamê Hewlêrê jî li ser heman bûyerê daxuyaniyek dabû Rûdawê û gotibû, ku êrişkirina li ser Dr Ferhad Pîrbal karekî kirêt e û nayê qebûlkirine.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst