Li qeraxa Gola Wanê ji bo zarokên kêmendam muzîk

Navenda Nûçeyan - Zanîngeha Yuzuncu Yilê ya Wanê (YYU) li qeraxa Gola Wanê ji bo zarokên kêmendam bernameyke muzîkê li dar xist. 


Zanîngeha Yuzuncu Yila Wanê (YYU) ji bo ku zarokên kêmendam bi muzîkê re mijûl bibin bi Rêveberiya Perwerdeya Neteweyî ya Bajêr re protokolek îmze kir. 


Derbarê bernameyê Rektorê Zanîngeha Yuzuncu Yilê Prof. Dr. Peyamî Battal daxuyaniyek da û wiha axivî:


"Perwerdekirina mirovan  li gor qebîliyeta wan tiştekî gelekî baş e. Kesên ku bi muzîkê re mijûl dibin cihê wan cuda ye, peyamên ew didin ferq dike. Armanca me ew e ku em zarokên ku kêmendam in bi muzîkê qabîlîyeta wan derxin holê."


Nêzî 70 zarokên ku emrê wan di navbera 7 û 15 salan de ye stran gotin. Mêvanên ku zarok temaşe dikirin bi çepikan arîkarî dan zarokan. (aa)