Rojnamevanê kurd: Komeke ser bi PYDê ve îşkence li min kir

13-04-2016
Nûreddîn Osman
A+ A-

Dêrîk (Rûdaw) - Rojnamevanekî Kurd li bajarê Dêrikê ji aliyê komekê ve hat revandin û îşkencekirin.

Rojnamevanê Kurd Ronî Mihemed ji Rûdawê re ragihand ku dema ew bi erkê xwe yê rojnamevanî radibû li bajarê Dêrikê yê Rojavayê Kurdistanê, komekê çekdar ser bi Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) ve ew revandin û îşkence li kirin.

Ronî Mihemed zelal kir ku berî wê bûyerê, wî di kenîseyeke bajarê Dêrikê de romala semînarekê li ser aştiya civakî dikir û piştî ku ew ji kenîsê vegeriya, ew ji aliyê komekê ve hate revandin û bi gotina wî, ew girûp ser bi PYDê ve bû û piştî demjimêran ji lêdan û îşkencê wê komê ew serbest berdan.

Mihemd anî ziman ku berî niha wê komê gef li wî kiribû, ji ber karê wî yê rojnamevanî.

Tê zanîn ku ev ne yekem care bûyerên wiha têne serê rojnamevanên kurd li Rojavayê Kurdistanê û berî demekê nêzîkî bajarê Dirbêsiyê rojnamevanê kurd Cengîn Elîko, ji aliyê komeke çekdar ve hate revandin û îşkencekirin û tiliya wî hatibû jêkirin. 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst