Li Kobanî xendek tên kolandin

13-04-2015
RÛDAW
A+ A-

 

Kobanî (Rûdaw) - Piştî rizgarbûna bajarê Kobanî ji rêxistina DAIŞê, asayîşa Kobanî xendekeke bi kûrahiya derdora 5 metran û bi ferehiya 4 metran li derdora bajêr dikole.

 

Li peyamnerê Rûdawê li Kobanî ragihand, asayîş dibêje sedema kolandina wê xendeqê, ji bo parastina bajarê Kobanî ji êrişên rêxistina DAIŞê û erebeyên bombekirî ye.

 

Herwiha peyamnêrê me got, bi kolandina we xendekê, li derdora Kobanî, kes nikare derbasî bajarê Kobanî bibe, ji bilî di rêbendên taybet yên kontrolkirî de.

 

Hat gotin asayîşa bajarê Kobanî, li ser sînorê di navbera Kobanî û Bakurê Kurdistanê de heta bi Şêran, Helinc û Mezrê li aliyê rojhilatê sînor xendeqan dikole.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst